Prz. Tîmûr: Em bersîvê ji AYM'ê negirin em ê serî li DMME'yê bidin 2018-03-07 13:50:28 WAN - Serokê Baroya Wanê û Parêzerê malbata Muharrem Taş 2 salî Mûrat Tîmûr, diyar kir ku dadgehê îtîraza wan red kiriye û dê dozê bibin Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) Timur, destnîşan kir ku li vir jî encam negirin dê serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa bidin.  Di 1'ê Sibata 2014'an de li mezraya Çelî ya gundê Yalinca ji ber rê hatibû girtin, bavê Muharrem Taş ê 2 salî kurê xwe xistibû telîs û dabû pişta xwe û ew biribû nexweşxaneyê. Taş piştre ji ber bê eleqeyê jiyana xwe ji dest dabû. Bav doz vekiribû û dozger biryara pêdivî bi lêpirsînê tune dabû. Serokê Baroya Wanê û parêzerê malbata Muharrem Taş Prz. Murat Tîmûr, biryara Serdozgerê Komarê yê Wanê ya "Pêdivî bi şopandina doza kuştina Muhterem Taş ê 2 salî tune ye" bi daxwaznameya ji 8 rûpelan pêk tê îtîraz kiribû. Prz. Tîmur, serî li 1'emîn Dadgeha Cezayê Sulhê ya Wanê dabû û xwestibû doz bê vekirin. Lê 1'emîn Dadgeha Cezayê Sulhê ya Wanê bi gotina "Biryara Serdozgeriya Komare ya Wanê ya 'Pêdivî bi lêpirsinê tune ye' li gorî ûsûl û zagonan e û red kir. Dadgehê îtîraza dayik û bav Halîse Taş û Abdullavahap Taş ên bi riya parêzer li dadgehê kirin red kir. Li ser îtîraza dadgehê Timur, bi daxwaznameyek ji 18 rupelan pêk tê serî li Dadgeha Qanûna Bingehin (AYM) da.    Timur, diyar kir ku ger li vir jî encam nestîne dê serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) bidin.    ‘400 HEZAR TL TAZMÎNAT XWEST'   Timur, serî li AYM'ê da û xwest bi giştî 400 hezar TL tazmînatê bidin malbatê. Tîmûr, anî ziman ku saziyên eleqeder erk û peywira xwe pêk neanîne û li hemberî vê bûyerê bêdeng mane.  Tîmur, anî ziman ku ger AYM bersîv nede wan dê dozê bibin DMME'yê.    MA / Mahmut Ruvanas