Baskin Oran: Ev hilbijardin dê di bin siya çekan de pêk bê 2018-03-07 12:33:05 ENQERE - Prof. Dr. Baskin Oran, diyar kir ku li vi welatî her ku diçe rageşî zêde dibe û wiha got: “Rejîma yek mirovî di rewşek pir dijwar de ye. Ji ber vê yekê li ser navê ewlehiya hilbijartinê dê hilbijartin di bin siya çekan de pêk bîne. Li dijî ve yekê divê yekîtiya hêzan bê avakirin.  Hikûmet di bin şert û mercên OHAL'ê de niqaşên hilbijartinê dimeşîne. AKP û MHP ji bo hilbijartinê tifaqî pêş xistin û dixwazin bi tifaqî têkevin hilbijartinê. Dîsa ji bo îktîdara xwe teqez bikin ji niha de dixwazin zagonan li gorî xwe biguherînin. Têkildarî polîtîkayên li ser tifaqa AKP-MHP'ê û ewlehiya hilbijartinê Prof. Dr. Baskın Oran, ji Ajansa Mezopotamyare nirxandinên girîng kirin.    Oran, diyar kir ku bi vê tifaqa AKP-MHP'ê dixwazin herdu partiyan xelas bikin û wiha got: "Demek e AKP di nava xwe de dikele. Di nava AKP'ê de polîtikaya regeşiyê heye. Erdogan piştî referandumê ket panîkê. Li aliyêdin ji ber ku Bahçelî wekî mîlîtanê AKP'ê tev geriya, MHP bû du perçe. Niha pirsgirêka MHP'ê ya bendê heye. AKP jî dixwaze rejima yek mirov ava bike û vî krîze dijî. Ev 'tifaq' serdema Demîrel a hikûmeta eniya nijadperestiya yekemîn û duyemîn tîne bira min. Divê heman tiştî bîne bîra Erdogan jî.  Ev wateya ku dixwazin bidin neteweyî, wateya beriya Îttihat û Terakkî ye. Niha jî dixwazin aqilê mirovan bidizin. Di wextê xwe de Erbakan jî fikra "Fikra Neteweyî" avêtibû holê. Di terminolojiya mirovan de tu eleqeya “nijadî" û neteweyî bi hev tune ye. Di esasê xwe de olî ye. Yanî nijadî û neteweyî ne yek in. Nijadî "Omet".  Di salên 1960 u salên 1970'yan de em kesên çepkir ketin şaşiya ku burjuvazî dê bibe "Nîjadî" û “nîjadî" ji dê bibe tiştekî gelek baş. Silogana me jî “Şoreşa Demokratîk a Nijadi" bû. Yanî bi cewherî tiştekî bi navê Burjuvaziya “xwecihî û nijadî" tune ye.    Oran, bal kişand ser cînayeta 2 polîsên li Serêkaniyê û wiha got: "Çend roj berê rastî derket holê. Lê êdî derbas bû. AKP bi vê yekê gihişt armanca xwe. Her çend derket holê ku şopa tiliyên hatin darizandin û şopa tiliyên li malê ne yek e jî AKP'ê MHP kir pişteka xwe. AKP'ê bi komploya wekî bûyera 22'ê Tîrmeha 2015’an a Serêkaniyê hemû dengên nijadperetan ji bo xwe kir piştek. Hilbijartina 7'ê Hezîranê xera kir û di Hilbijartina 1'ê Mijdara 2015'an de bi ser ket. Pêvajoya çareseriya kurdan bi dawî kir. Ji bo AKP'ê ev girîng bû û pêk anî. '    'AKP BÊ MHP NIKARE BIBE ÎKTÎDAR'    Oran, bal kişand ser tifaqa AKP û MHP'ê û wiha got: Ger ku MHP  nebe AKP nikare bi serê xwe bibe îktîdar. Dîsa ger ku AKP jî nebe MHP bi serê xwe nikare bendê derbas bike. Herdu partî hev xelas dikin. Polîtîkaya rejîma yek mirovî ye. Ev yek dê piştî 2019’an Tirkiye têxe bîra bê binî. Tirkiye dê êdî bi OHAL û KHK'yan bi rêve biçe. Erdogan dê hewl bide Tirkiye her em bi OHAL'ê bi rêve bibe.    'HILBIJARTIN DÊ DI BIN SIYA ÇEKAN DE PÊK BÊ'   Oran bal kişand ser hilbijartinê û wiha got: "Ev hilbijartin dê de di bin siya çekan de pêk bê. Leşker û polîs dê li ser sindoqan bin. Ev dê ji bo herêmên kurdan pêk bê. Tişta her kes bike ewlehiya hilbijaritnê pêş bixin. Ji bo vê yekê jî divê yekîtiya hêzê bê avakirin. Divê her kes li ser ewlehiya hilbijartinê bifikirin û bixebitin. "    'OSO TUNE EL NUSRA HEYE'    Oran, anî ziman ku tiştekî bi navê OSO tune û dijberî vêyekê tişta jêre dibêjin OSO El Nusra û El Kaide ye. Niha kurd kirine biyanî. Kurd kirin şeytan. Ger ku ji vê saetê şûnde tenê kurdek teng bide Erdogan ez dê êdî bi cavekî din li kurdan binerim.    MA / Kenan Kirkaya