Li Erzînganê girtî derp kirin û malbatan giliyê sûc kir 2018-03-07 10:49:59 AMED – Malbatên girtiyên li Girtîgeha Tîpa T a Erzînganê gotin ku bi boneya girtiyan destûr nedane li ser piya wan bijmêrin bi awayekî tund hatin derpkirin. Malbatan bi riya ÎHD’ê giliyê sûc kir.  Malbatên girtiyên li Girtîgeha Tîpa T a Erzînganê ragihandin bi boneya girtiyan ne hiştiye gardiyan wan li hewşa qawîşê li ser piya bijmêrin hatine derpkirin. Malbatan têkildarî derpkirina girtiyan serî li Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê da û alîkariya hiqûqî xwest. Malbatên desteka hiqûqî ji ÎHD’ê wergirtin di der heqê gardiyan û rêveberiya girtîgeha Erzînganê de li Serdozgeriya Komarê ya Amedê giliyê sûc kirin.    ‘HÛN KOLEYÊN ME NE’    Ji malbatên serlêdana giliyê sûc kir Munnever Ortaç diyar kir ku hevjînê wê Zulkuf Ortaç jî di nav de gelek girtî bi fecî hatine derpkirin û got: “Hefteyekê dawî ye komek taybet a gardiyanan şandine û li girtiyan didin. Ev gardiyan cilên zirxî li xwe dikin û bi copan li girtiyan didin. Ji girtiyan re dibêjin ‘Hûnê jimartinê li ser piya qebûl bikin. Çunkî hûn koleyên me ne.’ Hemû girtiyên hatin hevdîtinê halê wan tune bû. Li ser laşê hemûyan şopên derpkirinê hebû. Ser çav û destê hevjînê min xêzik hebûn û werîmî bûbûn. Di nav gardiyanên îşkenceyê pêkanîne de sergardiyan Alpaslan û Osman hene. Divê hemû raya giştî di mijara girtîgehan de hestiyar be.”