Ji ber piştguhkirina qeyûm hindik mabû lingê wî bihatana jêkirin 2018-03-07 09:29:32 AMED - Li Amedê piştî qeyûm hat tayînkirin, Qada Depokirina Çopan bêxwedî ma û êdî bermayiyên tibî jî lê tên rijandin. Dema welatiyê bi navê S.D. li heman qadê bermayî kom dikirin, enjektorek di lingê wî rabû û ji ber vê bi talûkeya ku hindik mabû lingên wî bê jêkirin re rû bi rû ma. Gelek ajal jî ji ber bermayiyên tibî dimirin.  Piştî qeyûm tayînî Şaredariya Mezin a Amedê hat kirin, Qada Depokirina Çopan jî hema bêje bêxwedî ma û êdî li wê qadê bermayiyên tibî jî tên valakirin. Bermayiyên tibî yên ku ji bo xweza û mirovan talûke ne, li qadên çopan tên rijandin û ev yek ji bo kedkarên bermayiyên paşveguherandinê talûkeyeke mezin dide der. Ji ber bermayiyên tibî li Taxa Kamişpinar a li herêma Qerejdaxê ye, gelek sewal mirin. Her wiha tê diyarkirin ku ji ber bermayiyên tibî dixwin an jî enjektor di wan re radibin gelek kûçik dimirin.    JI MIRINÊ FILITΠ   Li Qada Depokirina Çopan, ji ber vê sedemê gelek heywan seqet bûne û her wiha herî dawî jî welatiyê bi navê S.D., ji ber enjektora di lingê wî rabû hindik mabû bimirana. S.D. bi salan e karê bermayiyên paşveguherandinê dike. S.D. destnîşan kir ku piştî ku enjektor di lingê wî re rabûye, lingê wî werimiye û çûye nexweşxaneyê. S.D. bi lêv kir ku ew bi mehan li nexweşxaneyê maye û herî dawî jî walîtî ketiye dewrê û bi pereyekî zêde derman ji Almanyayê anîne û paşê rewşa tenduristiya wî baş bûye.    S.D. lingê xwe yê enjektor tê re rabû şanî kamerayê jî da. S.D. cihên werimandî û reşbûyî nîşan da û got, hew qederê mabû ku lingê wî bihatana jêkirin û niha jî tim diçe nexweşxaneyê.    ŞAREDARIYÊN DBP'Î ÇOP JI HEV CIHÊ DIKIRIN   Kedkarên li çopgehê dixebitin, xwestin bermayiyên tibî li qadeke din bên valakirin û li wir ji hev bên cihêkirin. Di dema şaredariyên DBP'î de bermayiyên tibî dihatin dezenfektekirin û li qadeke ku kes nediçûyî dihatin îmhakirin. Kedkarên veguherîna bajêr, destnîşan kir ku herî dawî di sala 2016'an de çopgeh hatiye rehabîlîtekirin.    Her wiha ewlekarên Qada Depokirina Çopê ku derdora wê bi têlên rêsayî girtiye, nehiştin em dîmen û wêneyên depoyê bigirin. Ewlekaran nexwest kedkarên paşveguherandinê jî agahiyan bidin û gef li wan xwarin ku, ger nûçe çê bibe ew ê hemû ji kar bên avêtin.    MA / Cihan Olmez – Devran Toptaş