Polîsan dest avêt qumandayên TV'yan jî: Bila ew qenal neyên temaşekirin! 2018-03-07 09:28:30 AMED - Polîsên ku li yeko yeko li qehwexaneyên Amedê digerin, ji ber ku Stêrk TV lê tê temaşekirin, der barê qehwexaneyekê de girtek nivîsandin. Polîsan hişyar kiriye ku TV'yên weşana wan li ser Hotbîrdê neyên temaşekirin û her wiha ji xwediyên kargehan re gotine rojnameyên Ozgurlukçu Demokrasî û Welatê neyînin kargehên xwe.  Li Amedê polîsên ku davêjin ser qehwexaneyan, ji bo qenalên kurdî neyên vekirin gefan li xwediyên qehwexaneyan dixwin. Piştî êrîşên li ser Efrînê destpêkiribûn Serokwezîr Bînalî Yildirim patronên çapemeniya ku li ser Turksatê weşana xwe dikin kom kiribû û 15 made berpêşî wan kiribû û ji wan xwestibû li gor wan weşanê xwe bikin. Lê welatiyên ku hay çapemeniya Tirkiyeyê û manîpulasyonên wê hene, piranî li qenalên ku li ser Hotbîrdê weşanê dikin temaşe dikin.    JI BO QENALÊN KURDÎ NEYÊN VEKIRIN GEF LÊ XWARIN    Qenalên wekî Medya Haber, Stêrk, Ronahî, Aryenê ku li ser Hotbîrdê weşana xwe dikin, li qehwexane û kargehan tên temaşekirin. Lê belê di demên dawî de polîs davêjin sen kargehan û ji bo ev qenal neyên vekirin gefa mohrkirina kargehan li esnafan dixwin. Polîsên ku temaşekirina qenalên li ser Turksatê weşanxa xwe dikin ferz kirin, der barê kargeheke ku li gor ferzkirina wan tev negere girtek nivîsandine. Xwediyê qehwexaneya ku li semta Dîclekentê ye û ji ber ewlehiyê nexwest navê xwe bêje, diyar kir ku çend roj berê dema li qehwexaneya wî Stêrk TV vekirîbû, bi wesayîtên zirxî polîsan avêtiye ser kargeha wî û girtek nivîsandine. Xwediyê qehwexaneyê destnîşan kir ku polîsan jê re gotiye ger li qehwexaneyê careke din heman qenal bê vekirin ew ê qehwexaneyê mohr bikin.    MUDAXILEYÎ ROJNAMEYAN JÎ HAT KIRIN    Her wiha hema bêje xwediyên hemû qehwexaneyên li Amedê anîn ziman ku polîsan ji wan re gotiye rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî û Welatê nekirin.    Di meha Sibatê de li navçeya Qereçoban a Erziromê, ji ber ku li qehwexaneyekê stranên kurdî dihatin lê xistin, ji bo 10 rojan qehwexane hatibû mohrkirin.    MA / Rifat Şahin – Devran Toptaş