Rapora nexweşxaneyê hat windakirin, ser îşkenceyê hat nixumandin 2018-03-07 09:27:43 AMED - Serdozgeriya Komarê ya Amedê, têkildarî giliya îşkencekirina Rojnamevan Omer Çelîk ku di dema binçavkirinê de polîsan ew îşkence kiribû de derpêş kir ku polîs "li gor divêtiyên peywirê û divêtiyên şert û mercan tev geriyane" û biryara neşopandinê da. Îtiraza biryarê hat kirin.  Bi hinceta maîlên Wezîrê Enerjyê Berat Albayrak ku ji aliyê Redhackê ve hatibûn weşandin kirine nûçe, di 25'ê Kanûna 2016'an de Mudurê Nûçeyan a Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) a bi KHK'ê hat girtin Rojnamevan Omer Çelîk jî di nav de 6 rojnamevan hatibûn binçavkirin. Di avêtina ser mala Çelîk de, tîmên taybet ewilî Çelîk biribûn şaneşîna malê û ew deverû dirêjî erdê kiribûn û ji paş ve destên wî kelemçekiribûn û ew îşkencekiribûn. Dema Çelîk hatibû derbkirin, polîsan sixêf jê re gotibûn û heqaret lê kiribûn. Polîsan ji Çelîk re gotibû: "Hûn ê hêza tirkan bibînin", "Tu nûçeyan dinivîsînî ha, de hadê binivîsîne", "Hûn bêj.yên ermeniyan e..."Paşê polîsan Çelîk biribû serşoka malê û li vir li ber çavê hevjîna wî û diya wî dîsa ew derb kiribûn. Di wê navê de polîsan diya Çelîk jî biribûn ber dîwar, çek spartibûn serê wê û gotibûn: "Ji bo çi te kurê xwe kir rojnamevan? Çima te destûr da bibe rojnamevan?"   Paşê hevjîna Çelîk û diya wî der barê îşkenceya fizîkî û derûnî de serî li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê dabûn û li Serdozgeriya Komarê ya Amedê giliyê polîsan kiribûn. Di dema serlêdanê de, ji bo tespîtkirina îşkenceya li Çelîk hatiye kirin, hatibû xwestin ku demildest îfadeya wî bê girtin û sewqî Saziya Tiba Edlî bê kirin.    Lê belê, Serdozgeriya Komarê ya Amedê der barê polîsên ku giliyê wan hat kirin de, ne ji ber tawanbariya "îşkenceyê" bi tawanbariya "peywira xwe nebaş bi cih anîne" lêpirsîn da destpêkirin. Bêyî ku îfadeya polîsan û dayika Çelîk û hevjîna wî yên bûn şahidê îşkenceya polîsan bê wergirtin, dozger der barê polîsên gumanbar de biryara neşopandinê da. Dozger, di biryara ku di 8'ê Sibata 2018'an de da derpêş kir ku polîs "li gor divêtiyên peywirê û divêtiyên şert û mercan tev geriyane" û bi vî awayî der barê polîsan de biryara neşopandinê da.    Her wiha rapora tenduristiyê ya ku Nexweşxaneya Dewletê ya Selahaddîn Eyyûbî ya Amedê da Çelîk jî hat windakirin. Dema Çelîk birin Stenbolê, ji bo têxin dosyeyê rapor radestî ekîbên Muduriyeta Şaxa KOM'ê hatibû kirin, lê belê paşê derket holê ku rapor li holê nexuyaye. Di dema darizandina ku li Dadgeha Cezayê Giran a 29'emîn a Stenbolê pêk dihat de daxwaza gilîkirina polîsên îşkencekar hatibû kirin û wê demê derketibû holê kur rapor li holê tune ye.    Piştî vê biryarê parêzerên ÎHD'ê îtiraz kir û serî li Dadweriya Ceza ya Sulhê ya Nobedar dan û daxwaza peydakirina rapora ku hatiye windakirin kirin.