Ji ber ku tapoya xwe nade gef lê tên xwarin! 2018-03-07 09:26:48 AMED - Şeyhmûs Ogûrlûyê ku di pevçûnên qedexeya li Sûrê de, 4 mal û 6 dikanên wî yên li Taxa Şavaşê rûxiyan, ji bo zirara wî bê dayîn serî li Gerînendetiya Hawirdor û Bajarsaziyê ya Bajêr dabû. Ogûrlû, got lê belê firotina erseyan lê hatiye ferzkirin û polîsan jî gef lê xwarine.  Li Sûra Amedê, ji ber pevçûnên ku 104 rojan domandin de piraniya navçeyê serobino bibû û di vê çarçoveyê de hîn jî li 6 taxên navçeyê rûxandin didome. Şeyhmûs Ogûrlûyê ku milkê wî li Taxa Savaşê ya ku piştî rûxandinê tu tişt lê nemaye heye, got ku ji bo ew erseyên xwe yên bitapo bifiroşe Wezareta Hawirdor û Bajarsaziyê polîsan gef lê xwarine. Ogûrlû diyar kir ku li Taxa Savaşê 4 malên wî û 6 dikanên wî hatine rûxandin. Ogûrlû, diyar kir ku piştî qedexe bi dawî bibin ew ê vegere Sûrê û ew ê di çarçoveya vebijêrkên ku Wezareta Hawirdor û Bajarsaziyê berpêşî wan bikin de mala xwe çê bike.   'AN TU YÊ BIFIROŞÎ AN JÎ ZIRAR NAYÊ DAYÎN'    Ogûrlû, diyar kir ku ji bo zirara milkê wî yên bitapo bên dayên wî serî li Gerînendetiya Hawirdor û Bajarsaziyê ya Bajêr daye, lê belê li vir firotina milkan lê hatiye ferzkirin. Ogûrlû got: "Gotin, ger tu dixwazî zirara te bê dayîn divê tu tapoyên milkan bifiroşî. Min got, ez naxwazim tapoyên erseyên xwe bifiroşim, dixwazim zirara min bê dayîn. Gotin, 'an tu yê bifiroşî an jî em zirarê nadin.'"    GILÎ KIR    Ogûrlû, destnîşan kir ku wî giliyê Gerînendetiya Hawirdor û Bajarsaziyê ya Bajêr kiriye. Ogûrlû, bi lêv kir ku hefteya borî danişîna dozê pêk hat, lê belê ji ber ku muxatab tev li danişînê nebûne, hatiye taloqkirin. Ogûrlû diyar kir ku ew li benda encama dozê ye. Ogûrlû got hin polîsên ku ew leqayî wan hatiye, ji bo erseya xwe bifiroşe gef lê xwarine.    'EZ AXA XWE NAFIROŞIM'    Ogûrlû, got berê xaniyê wî hebûn lê belê niha 3 sal in ew di kirê de ye û got: "Dixwazin me bi birçîbûnê terbiye bikin. Ji bo ez milkên xwe bifiroşim gefan li min dixwin. Lê belê ez axa xwe nafiroşim."    MA / Lezgîn Akdeniz