ROJEVA 7'Ê ADARA 2018'AN 2018-03-07 09:00:39 * Wê di bin banê Mîhrîcana Fîlmên Jinan a Fîlmmorê de, atolyeya fîlmên kurt bê lidarxistin. Derhêner Nefîn Dînç û Meryem Yavûz destnîşan kirin ku wê objektîfa jinê tim hilberîne.  * Li ber penaberên ku tên binçavkirin du rê hene; an wan dişînin girtîgehê an jî dişînin Navendên Paşveşandinê. Penaber û parêzerên wan, ji dêvla ku wan bişînin Navendên Paşveşandinê û derî sînor bên kirin, daxwaza girtinê dikin.    * Şeyhmûs Ogûrlûyê ku di dema pevçûnên qedexeya li Sûrê de, 4 mal û 6 dikanên wî yên li Taxa Şavaşê rûxiyan, ji bo zirara wî bê dayîn serî li Gerînendetiya Hawirdor û Bajarsaziyê ya Bajêr dabû. Ogûrlû, got lê belê firotina erseyan lê hatiye ferzkirin û polîsan jî gef lê xwarine.    * Serdozgeriya Komarê ya Amedê, têkildarî giliya îşkencekirina Rojnamevan Omer Çelîk ku di dema binçavkirinê de polîsan ew îşkence kiribû de derpêş kir ku polîs "li gor divêtiyên peywirê û divêtiyên şert û mercan tev geriyane" û biryara neşopandinê da. Îtirazî biryarê hat kirin.    * Polîsên ku li Amedê yeko yeko li qehwexaneyan digerin, ji ber ku Stêrk TV lê tê temaşekirin, der barê qehwexaneyekê de girtek nivîsandin. Polîsan hişyar kiriye ku TV'yên weşana wan li ser Hotbîrdê neyên temaşekirin û her wiha ji xwediyên kargehan re gotine rojnameyên Ozgurlukçu Demokrasî û Welatê neyînin kargehên xwe.    * Li Amedê piştî qeyûm hat tayînkirin, Qada Depokirina Çopan bêxwedî ma û êdî bermayiyên tibî jî lê tên rijandin. Dema welatiyê bi navê S.D. li heman qadê bermayî kom dikirin, enjektorek di lingê wî rabû û ji ber vê bi talûkeya ku hindik mabû lingên wî bê jêkirin re rû bi rû ma. Her wiha gelek heywan jî ji ber bermayiyên tibî dimirin.    * Li gundê Cewzatê yê Artûklûyê, 16 cerdevanên ku ji wan hat xwestin li Efrînê şer bikin û pere pêşniyazî wan hat kirin, îstifa kirin û çek danîn.    * Hevberdevka OHP’ê parêzer Fatma Ozdemîr polîtîkaya nekro ya dewletê nirxand û got: “Bi taybetî di şexsê jinê de êrîşî bedenan dikin û armanca van êrîşan ew e ku civakê bê hafıza bihêlin.”    * Li Amedê jin ji bo mitînga 8’ê Adarê Amede ne. Endamên Komîteya Amadekar a mitîngê bang li jinan kirin ku bi rûhê berxwedanê beşdarî mitîngê bibin.    * Girtiyê nexweşiya dil Cengîz Sînan Halîl Çelîk ê li Girtîgeha Tipa L a Hêjmar 5 a Sîlîvrîyê, tevî hevalê wî sewqî hucreya nexweşxaneya kampusê ku DAÎŞ'î jî lê diman kirin. DAÎŞ'iyan êrîşî Çelîk û hevalê wî kirin.    * Berdevkê HDP’ê Ayhan Bîlgen û parlamenterên HDP’ê dê li salona rêveberiya koma TBMM’ê civîna çapemeniyê li dar bixin. (10.00)   * Platforma Hiqûqnasên Azad (OHP) dê têkildarî binpêkirina mafan a li girtîgehên Herêma Marmarayê di meha çile û sibatê de qewimîn li buroya CISST civîna çapemeniyê li dar bixe. (12.00)    * Dê li gelek bajar û navçeyên heremê û li bajarên rojavayê Tirkiyeyê bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê bi pêşengiya saziyên jinan çalakî bên lidarxistin. (12.00-13.00-18.30)   * Dê 4’emîn danişîna doza nûçegihana Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) ya bi KHK’ê hat girtin Şerîfe Oruç li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Êlihê bê dîtin. (13.00)