Di bombebarana li Efrînê de kalê 75 salî hat kuştin 2018-03-06 17:07:11 EFRÎN – Di encama bombebarana TSK'ê û OSO ya li ser gundên Mîrkan û Kaxira yên navçeya Mabata ya Efrînê de, 2 sivîl hatin kuştin û sivîlek jî birîndar bû.  Li gorî agahiyên nûçegîhanê Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA), di bombebarana TSK'ê û OSO ya li ser gundên Mîrkan û Kaxira yên navçeya Mabata ya Efrînê de, 2 sivîl hatin kuştin û sivîlek jî birîndar bû. Di bombekirinê de Şêx Mihemed  Elûş ê 75 salî yê ji gundê Mîrkan û Esed Izet ê 50 salî yê ji gundê Kaxira jiyana xwe ji dest dan. Abdullrehman  ê 86 salî yê ji gundê Mîrkan jî bi giranî birîndar bû.