Polîsan li Wanê 10 kes binçav kirin 2018-03-06 15:54:10 WAN - Li Elbakê 7 kes hatin binçavkirin û hat diyar kirin ku lêgerîna 32 kesên din jî heye. 3 kesên li Wanê hatin binçavkirin jî birin Qereqola Cendirmeyan a Peyîzava yê. Polîsan li navçeya Elbaka Wanê di ser gelek malan de girtin û 7 kes binçav klrin. Hat diyar kirin ku lêgerîna 32 kesên bi sûcdariya “Alîkarî dane rêxistinê” heye. M. Emîn Arslan, Levent Yagizer, Yusuf Can û 4 kesên navên wan nehat zanîn ên hatin binçavkirin birin Midûryeta Polîsan. Piştî îfadeya wan a li Ewlekariyê bi dawî bû, li bendêye derxin dozger.    LI NAVENDA WANÊ JÎ 3 BINÇAV KIRIN    Li navenda Wanê jî polîsan serê sibê bi ser malan de girtin û 3 kes binçav kirin. Oktay Guven, Fettah Elmas û Firat Sarisaç ê hatin binçavkirin, birin Qereqola Cendirmeyan a Payîzava yê. Hinceta binçavkirina 3 kesan nehat zanîn.