Li Stenbolê bernameya Newrozê aşkere bû: Newroz berxwedan û azadiye 2018-03-06 15:39:19 STENBOL – Kordînasyona Newrozê ya Stenbolê bernameya Newrozê aşkere kir. Dê Newroza Stenbolê roja 21’ê Adarê li Bazara Gel a Bakirkoyê bi dirûşmeya “Newroz berxwedan, azadî û bihar e” bê pîrozkirin.  Kordînasyona Newrozê ya Stenbolê bi boneya bernameya Newroza 2018’an li avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Stenbolê civîna çapemeniyê li dar xist û bernameya Newrozê aşkere kir. Dê Newroza Stenbolê di 21’ê Adarê de roja çarşemê li Bazara Gel a Bakirkoyê bê pîrozkirin. Newroz dê bi dirûşmeya “Newroz berxwedan, azadî û bihar e” bê pîrozkirin.    Daxuyanî bi kurdî û tirkî hat xwendin. Daxuyaniya tirkî Hevserokê HDP’a Stenbolê Cengîz Çîçek û daxuyaniya kurdî jî endamê Komeleya Lêkolînên Kurdî Aytekîn Alpdemîr xwend.    Daxuyaniya Alpdemîr xwend wiha ye:   “Çawa ku di destana Newrozê de berî niha bi 2 hezar û 700 salan Dehakê zordar têk çû û gelên Rojhilata Navîn azad bûn, di sala 2018’an de jî dehakên roja me, hêzên zilmê û bîrûbaweriya faşîst dê têk biçin û pêvajoya azadiyê dê li pêş bikeve. Em ê di Newroza 2018’an de ji tifaqa faşîst a dijmin hesab bipirsin. Tifaqa faşîst têk bibin û veguherînin roja serkeftinê ya azadî û rizgariya gelan.    Roj roja geşkirina agir e. Niha dema mezinkirina berxwedanê ye. Niha dema daweşandina gurzê Kawayê Hesnikar e û li dijî kesên ku dixwazin me tune bikin. Roja Newrozê ku serhildana li dijî zilmê û berxwedanê ye, li dijî faşîzmê dîsa em ê hemû bi hev re biqîrin û bêjin ‘Faşîzm hilweşe û gel dê bi ser kevin.’   Em ê giyan bidine Newroza 2018’an. Em ê wê veguherînin Newroza berxwedanê. Di vê çarçoveyê de em ji niha ve cejna azadiyê ya Newrozê ya hemû gelan pîroz dikin. Em ê li gel hemû hêzên demorkasiyê di her şert û mercî de roja Newrozê li qadan bin. Em ê daxwazên xwe yên hevpar li dijî OHAL’ê biqîrin.    Em tevahiya gelên xwe 21’ê Adarê roja çarşemê saet di 13.00’an de vedixwînin Bazara Şemiyê ya Bakirkoyê.    Em hemû bi hev re bêjin; ‘Ji OHAL’ê, tecrîd û yek awayê re na. Em ê li ber faşîzmê stûyê xwe xwar nekin. Newroz berxwedan e. Newroz azad bûn e. Em ê faşîzmê bişkênin û bi ser kevin. Bijî Newroz û Newroz pîroz be.   KOMÎTEYA AMADEAR Û KORDÎNASYON   Komîteya Amadekar a Newroza Stenbolê ji van saziyan pêk tê: “Partiya Şoreşger, SYKP, DBP, HDP, HDK, Înisiyatîfa Piştevaniya bi Zîndanan re û DAD.”    Di Kordînasyona Newrozê de jî nûnerên van saziyan cih digirin: “HDP, HDK, DBP, ESP, SYKP, Partiya Şoreşger, YSGP, SODAP, YAKAY-DER, GOZ-ÎZDER, DAD, TJA, Komelya Lêkolînên Kurdî, Dayikên Aştiyê, DÎADER, NÇM, Înisiyatîfa Piştevaniya bi Zîndanan re, Meclîsa Ciwanan û Partîzan.”