Li Efrînê di 46 rojan de 216 sivîl hatin kuştin 2018-03-06 15:29:38 EFRÎN - TSK’ê di bombebarana li ser Efrînê ya 46 rojan de pitika 3 mehî Diyana jî di nav de 216 sivîl kuştin û 647 sivîl jî birîndar kirin.  Şerê li Efrînê di roja 46’an de berdewam dike. TSK û komên hevkarên wê OSO qadên sivîlan bê navber bombe û topbaran dike. Ji ber bombekirina hewayî û bejayî ya li Efrînê sivîl tên kuştin. Ji duh de bi taybetî navçeyên Cindirês, Şera û Şiyê yên Efrînê têm bombebarankirin. Gundê Firirî yê Cindirêsê bû hedefa balafikirinên şer û li Şehbayê jî pitika 3 mehî Diyana ya Erep jiyana xwe ji dest da.    Ji duh de 20  welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan û 28 sivîl jî birîndar bûn. Hat diyar kirin ku bi vê yekê re hejmara sivîlên li Efrîn di êrîşan de jiyana xwe ji dest dan derket 216’an û yên birîndaran jî derket 647’an.