Dadgehê doza 3 rojnamegeran taloq kir 2018-03-06 13:47:27 ŞIRNEX - Danişîna doza rojnameger Ferzen Çatak, Mahmut Ruvanas û Kadrî Esen ên di serdema qedexeya Hezexê de haibûn binçavkirin û serbest dihatin darizandin, hat dîtin. Dagehê doz taloqî 31'ê gulanê kir.  Yekemîn danişîna Nûçegîhanê DÎHA ya bi KHK'ê hat girtin Ferzen Çatak û Mahmut Ruvanas û Rojnameya Azadiya Welat a bi KHK'ê hat girtin Kadri Esen ên di 28'ê Sibata 2016'an de li Hezexa Şirnexê di serdema qedexeyên derketina derve de hatin binçavkirin û bi îdîaya “propaganda rêxistinê kirine" “Endamtiya rêxistinê" doz li wan hat vekirin li 1'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Şirnexê hat dîtin. Di danişîna dozê de Rojnameger Ruvanas û Esen amade bû, lê Çatak amade nebû. Piştî diyarkirina nasnameyan parastin hatin kirin.    Rojnamegeran îdîayên der barê xwe de red kirin û beraeta xwe xwestin. Heyeta dadgehê doz taloq kir û biryar da ku Ferzen Çatak carek din bi zorê bînin danişîna dozê. Doz taloqî 31'ê Gulanê kirin.