Di doza Ozgur Gundemê de biryara girtina Zarakolu rakirin 2018-03-06 12:16:23 STENBOL – Di doza sereke ya rojnameya Ozgur Gundemê de biryara girtina Endamê Lîjneya Şêwra Weşanê Ragip Zarakolu hat rakirin û biryara paş de dayîna materyalên dîjîtal hat dayîn.  Doza sereke ya rojnameya Ozgur Gundemê ya bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) hat girtin li 23’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Çaglayana Stenbolê hat dîtin. Parêzerên mudafî yên dozê û Kemal Sancili, Ayşe Necmiye Alpay û Înan Kizilkaya beşdarî danişînê bûn. Ji ber guhertina heyeta dadgehê girtekên berê hatin xwendin. Hat hînbûn ku biryara girtina der barê Ragip Zarakolu û Fîlîz Koçalî nehatiye înfazkirin.    Heyeta dadgehê biryara girtina li ser Ragip Zarakolu rakir. Her wiha heyetê biryar da ku materyalên dîjîtal ên kesên dihatin darizandin hatine desteserkirin paş ve bên dayîn. Heyetê danişîn taloqî 4’ê hezîranê kir.