Jinên li ber kamerayan rastî tundiyê hatin: Ev raperîn naqede 2018-03-06 11:41:31 ENQERE - Xwendekara zanîngehê Selma Tokaç a polîsan li ber kamerayan porê wê kaş kirin, ji ber rastî tundiya polîsan hat canê wê herişî. Ligel ve yekê jî bijîşkan rapora derbê nedan wê. Jinan, diyar kir ku heya wekhevî, azad û laîktî pêk neyê, dê dest ji raperîna xwe bernedin.” Platforman Jinan a Enqerê xwest di 4’ê Adarê de 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê pîroz bikin. Lê polîsan bi hinceta destûr tuneye, êrîşî jinan kirin û 18 jin binçav kirin. Yek ji jinên hatin binçavkirin Selma Tokaç a 18 salî bû. Polîsan li ber kamerayan porê wê kaş kirin. Tokaç û Sekretera Jinan a Mala Gel Nebiye Mertturk, mûdaxileya polîsan û tundiya li wan hat kirin ji Ajansa Mezopotamaya (MA) re vegotin.    ‘EM PAŞVE KELEPÇE KIRIN’   Xwendekara Zanîgeha Gazî Selma Tokaç, diyar kir ku bi hevalên xwe re ji bo 8’ê Adarê pîroz bikin hatin Şaredariya Çankaya û wiha axivî: “Çawan em hatin, polîsan ji me re gotin ‘belav bibin.’ Me jî got em belav nabin. Wê demê polîsan gaza îsotê avêt me û em binçav kirin. Em bi paşve kelepçe kirin. Me li dijî vê yekê li ber xwe da. Em 5 heval bûn, ji her 5 em du heval binçav kirin. Wê demê ji ber gaza îsotê min nedikarî çavên xwe vekim. Lê min hîs dikir ku hemû hevalên min rastî tundiyê tên.” Tokaç, da zanîn ku dibin çavan de jî polîsan îşkece li wan kirin û wiha got: “Em li dîwar xistin. Em ber dîwar rêz kirin. Min jî hewl da dirûşman berz bikim, lê serê min tewandin û porê min kaş kirin. Dûre me kirin maşineya zirxî. Wê demê destên min paşve kelepçe kirî bûn û em wisan avêtin maşîneya zirxî. Rûyê min birîn bû û parsoyê min zirar dît. Şopên tundiyê li ser çongên min hene.”   ‘BIJÎŞIK RAPORA DARBÊ NEDA’   Piştî Tokaç hat berdan ji bo rapora derbê bistîne diçe Nexweşxaneya Dewletê ya Demîryollarî, lê bijîşk rapor nade wê. Tokaç, derbarê rapor nedayîna bijîşkan de jî wiha axivî: “Bijîşk got ‘tiştekê te tuneye. Tenê çermê te herişiye. Bandor li cigera te nebûye. Ji ber vê tiştek nabe.’ Ji xwe min ji bijîşktiya wî guman kir. Em ê bi rêya TIHV û TTB’ê hewl bidin raporan bigirin. Emê gilî bikin. Bi taybî em ê polîsên gava porê me li ber kamerayan dihat kaş kirin, ew diketiyan gilî bikin.”     ‘GAZA ÎSOTÊ BERDAN ÇAVÊN MIN Û DU KELEPÇE LI DESTÊN MIN XISTIN’   Sekretera Jinan a Malagel Nebiye Mertturk jî, diyar kir ku mûdaxileya polîsan pêkanîna li dijî mirovahiyê bû û wiha axivî: “Du sê caran polîsan xwestin min binçav bikin, lê jinan destûr nedan. Ligel barîna zêde û gaza îsotê jî me hev bernedidan û me piştevaniyek xurt nîşan da. Dûre polîsan ez binçav kirim û tundî li min kirin. Keleçeya destê min pir şidandin. Kelepçeya duyemîn jî li ser kelepçeya yekemin bi destên min ve kirin. Polîsek din hat gaza îsotê li çavên min kir. Heya em kirin maşîneya zirxî de jî tundî li me kirin.”     ‘KES NIKARE MAFÊ ME JI DESTÊ ME BIGIRE’   Merturk, da zanîn ku ewê tu carî serî netewînin û wiha bi dawî kir: “Emê li dijî êrîş û zextan tu carî serî netewînin.  Ev demek dirêj bû li kolanên Enqerê berxwedanek wiha xweş nehatibû nîşandan. 8’ê Adarê rewaya û me jî koletî nekir. Kes nikare mafê me ji me bistîne. Heya ku wekhevî, azadî û laîktî neyê vî welatî emê dest ji raperîna xwe bernedin û tu carî bêdeng nemîn in.”   MA / Diren Yurtsever