Ji ber girtina neheq tazminat xwest 2018-03-06 11:00:33 AMED - Huseyîn Yildirim ê ji ber axaftina telefonê mehekê hat girtin û piştre beraet kir, doza tazmînatê vekir.  Endamê YPG'ê Veli Yildirim (Welat Amed), di 9'ê Tîrmeha 2015'an de dî êrîşa DAÎŞ'ê ya li dijî Kobanê de jiyana xwe ji dest dabû. Bavê Velî Yildirim Huseyin Yildirim (56) ji bo cenazeyê kurê xwe bigire bi riya telefonê hem bi rayedarên dewletê re hevditin kir û hem jî bi rayedarên Kobanê re hevditin kiribû. Piştî hevdîtinan cenazeyê kurê xwe ani Rihayê û piştî li Saziya Tipa Edlî ya Rihayê otopsî kir, di 24'ê Tîrmeha 2015'an de cenazeyê kurê xwe li Navçeya Lîceyê defin kir.  Bav Yildirim di 8 Nisan 2017'de di serdegirtina malê de hat binçavkirin. Di 14'ê Nîsanê de bi îdîaya "Endamtiya rêxistinê" hat girtin. Serdozgeriya Komarê ya Amedê 4 roj şunde der barê wî de îdîaname amade kir. Serdozger der barê wî de ji 7,5 salan heta 15 salan cezayê girtîgehê xwest. Dozger îdîa kir ku Huseyîn Yildirim endamê rêxistinê ye. Heyata 4'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê îdîaname qebûl kir û doz vekir. Beriya danişînê Yildirim di 8'ê Gulana 2017’an de hat berdan. Di danişîna dozê de Yildirim sûcê der barê xwe de red kir û parastina xwe kir. Yildirim parast ku tu eleqeya wî û PKK'ê bi hevre tune û wiha got: "Kurê min Velî Yildirim tev li YPG'ê bû û li Kobanê jiyana xwe ji dest da. Ji bo ez cenazê kurê xwe bigirim ez çûm Pirsûs a Rihayê. Ez bi qanala dewletê çûm. Ji bo ez cenaze bigirim min bi kesên nas nedikir re ji neçarî telefon vekir û axivîm. Min bi tu awayî ji bo rêxistinê xebat nekiriye. Di danişîna 7'ê Mijdara 2017'an de Yildirim beraet kir.    DOZA TEZMÎNATÊ VEKIR   Yildirim piştî beraet kir, ji ber ku mehek neheq hatiye girtin doza tazmînatê vekir û tazmînat xwest.    MA / Denîz Tekîn