Li Amed û Dêrsimê banga jinan: Dakevin qadan 2018-03-06 10:31:45 AMED / DÊRSIM - Jinên Dêrsim û Amedî, diyar kirin ku ligel OHAL’ê jî jin di 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de dadikevin qadan, li dijî polîtîkayên tundî, tacîz û tecawîzê dengên xwe berz dikin.  Platforma Jinan a Amed Dîcle (DAKAP) di çarçoveya çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li Qada Îstasyonê dê mîtîngeke girseyî pêk bîne. Fatma Tîmur, jin vexwendin Qada mîtîngê û wiha axivî: “Bila ji bo Efrînê bê dengên xwe bilind bikin. Em bêdeng nemînin. Bila Erdodan Efrînê bîr bike. Çawan ku Kobanê qezenc kir, dê Efrîn jî qezenc bike. Werin em 8’ê Adarê bi coşek mezin li Qada Îstasyonê pîroz bikin. Li dijî komkujî, tundî, tacîz û tecawîzên li ser jinan werin em dakevin qadan.”   ‘EM RAPERÎNA XWE BIKIN YEK’   Serap Kiliç jî, anî ziman ku polîs dixwazin çalakiyên 8’ê Adarê asteng bikin û wiha got: “Em li welatekê ku her roj tundî, tacîz û îstîsmara zarokan zêde dibin, de dijîn. Divê jin li dijî van hemûyan di 8’ê Adarê de dakevin qadan û kolanan. Em hemû raperîna jinan bikin yek û dakevin qadan.”    ‘EM HEBÛNA XWE BERZ BIKIN’    Serap Baysal jî, xwest ku hemû jin li qadan hebûna xwe berz bikin û wiha bilêv kir: “Divê em netirsin û dakevin qadan. Ji bo em xwedî zarokên xwe yên pêşerojê derbikevin dê em li qadan bin. Qîrîniyek tenê ya jinan jî pir girînge. Ji bo têkoşîna azadiyê ez bang li hemû jinan dikin ku di 8’ê Adarê de li Qada Îstasyonê kom bibin.”   ‘EM JI BO PERGALA DESTHILATDAR BÊJIN ÊDÎ BESE’   Fatma Budak Guler jî, dest nîşan kir ku tundiya li ser jinê encama pergala serdeste û wiha axivî: “Em ê bi daxwazên xwe yên aştiyane û wekheviyê dakevin qadan. Komkujiyên li ser jinan bi polîtîkayên pergalê ve girêdayîne. Ev komkujî ne takekesîne. Ji xwe pergal bi xwe serdeste. Divê em ji bi awayekê pir bi hêz ji vê pergalê re bêjin êdî bese. Ji bo jina azad em li Qada Îstasyonê kom bibin.”   DÊRSIM    Platforma Jinan a Dêrsimê, bi şîara “Em jiyan bixwe ne, em bi hevre bi hêzin” dê di 7’ê Adarê de jinên karkerên tekstîlê ziyaret bike. Jin dê di 8’ê Adarê saet 10.00’an de biçin gel Dayîka Fatma û çirayan pêbixin û dê di heman rojê saet 12.00’an de jî li Qada Seyît Riza şahiyekê pêk bînin.    ‘DI 8’Ê ADARÊ DE EM QADAN TIJE BIKIN’   Endama Platforma Jinan a Dêrsimê Pinara Koca, diyar  kir ku dê di OHAL’ê de 8’ê Adarê pîroz bikin û wiha axivî: “Li Tirkiyeyê îstîsmar û tacîz zêde bûne. Divê jin li dijî vê yekê dengên xwe bilind bikin. Ez bang li hemû jinan dikim ku dakevin qadan û li kêleka hev rawestin. Jin bi hevre bi hêzin. Şerê berdewam dike herî zêde bandorê li jinan dike. Ji ber vê di 8’ê Adarê de em li kêleka hev rawestin. Ji bo şer bi dawî be, em ê di 8’ê Adarê de li qadan bin.”   ‘EM LI QADAN RAPERÎNÊ MEZIN BIKIN’   Koca, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Em di pêvajoyek dijwar re derbas dibin. Divê jin bibin dengên herî bi hêz ên pêvajoyê. Jin di pêvajoyek wiha de pir li ber xwe didin. Tiştekê ku jin derbas nekin tuneye. Raperîna me jinan mezin û emê vê raperîna xwe li qad û koçeyan mezintir bikin.”