Qedexeya derketina derve ya li Nisêbînê rabû 2018-03-06 10:06:31 MÊRDÎN – Qedexeya derketina derve ya li gundê Kertwên ê Nisêbînê rabû.  Walîtiya Mêrdînê di 5’ê Adarê li Gundê Kertwên ê navçeya Nisêbîna Mêrdînê bi hinceta “Operasyona leşkerî” qedexeya derketina derve îlan kir. Qedexeya derketina derve di saetên şevê de rabû.     Di dema qedexeyê de leşkar û polîsan bi ser malan de girtin, lêgerîn pêk anîn û 6 kes binçav kirin.