Girtiyê tedawiya wî neqediya û şandin girtîgehê felc bû 2018-03-06 10:05:52 ÎZMÎR - Şemseddin Ekincî yê li girtigehê nexweş ket û rakirin nexweşxaneyê, ji ber di nava şertên xerab de hat girtin û hêj tedawiya wî xelas nebû dîsa şandin girtîgehê felc bû. Kurê Ekîncî Kazim Ekincî diyar kir ku salek berê damarên mejiyê bavê wî xetimî û hêj dermankirin bi dawî nebû dîsa şandin girtigehê.  Şemsettîn Ekîncî yê 63 salî ku li Girtîgeha Tîpa F a Hêjmar 1 a Şakranê girtî ye, hem nexweşê tansiyonê û hem jî nexweşê şekir e. Di 24'ê Sibatê de xwîn çû ser mejiyê Ekîncî û ew Rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Çigliyê. Tevî hemû mudaxaleyan Ekincî ji ilê çepê ve tev felc bû. Kazim Ekîncî yê ji bo dîtina bavê xwe ji Almanya hat Tirkiye ji ber prosudura girtîgehê nekarîbû bavê xwe bibîne.    Ekîncî ji bo bavê xwe bibîne serî li serdozgeriyê da. Dozgeriyê jî ew arasteyî rêveberiya girtîgehê kir. Rayedarên girtîgehê jî bi hinceta kurekî Şemsettîn Ekîncî li refaqetçî ye, bi  şertê refaqetçî biguherin dikare biçe bavê xwe bibîne. Rayedaran diyar kir ku ger refaqetçiyê ewil bê guhertin carek din nikare bibe refaqetçî. Ji ber vê yekê Kazım Ekîncî ê ku divê disa vegere Almanya nekarîbû bavê xwe bibîne.    'BAVÊ MIN DI NAVA ŞERTÊN XERAB DE TÊ GIRTIN'    Ekincî, anî ziman ku bavê wî di nava şert û mercên xerab de tê girtin û wiha got: “Dema xwişka min çû cem wî heta navê di nava qirêjiyê de bû. Tev şıl bû. Xwarin anîne danîne ber wî. Lê ji ber ku nekariye bixwe bi ser xwe de rijandiye. Rahiştiye penêr, lê xistiye xwar. Ketiye nava nivînên wî. Dîsa hêk qeşartiye. Hêk ketiye xwar. Kes nebûye alîkar û xwarin nedane wî."    Ekîncî, anî ziman ku bavê wî ji sala 1995'an heta niha girtî ye û wiha got: "Bavê min di Çileya 2017'an de damarên mejiyên wî xetimî. Ji ber vê yekê ji ser xwe çû û ew rakirin nexweşxaneyê. Lê wê demê hêj dermankirina wî neqediya dîsa şandin girtîgehê."    AGAHDARÎ NAYÊ KIRIN   Ekincî, anî ziman ku bavê wî di heman demê de nexweşê şekir û tansiyonê ye, lê rayedar der barê tenduristî û rewşa bavê wî de agahdariyê nakin. Ekîncî, da zanîn ku erka wî ewe ku wî tedawî bike û agahiyê bidin rayedarên girtîgehê û wiha got: "Em dixwazin bavê min û girtiyên din ên nexweş demek berî demekê bên berdan. Bavê min 23 sal berê hat girtin. Dema hat girtin birayê min ê biçûk 2 salî bû. Niha em tenê hefteyê 10 deqîqeyan dikarin bi telefonê agahiyê ji bavê xwe bistînin. Ew ji ber ku tenduristiya malbata xwe dixwaze der barê nexweşiya xwe de tiştekî ji mere nabêje. Bavê min pir ji gelê xwe hez dike. Me birçî bihêle jî qet cîranê xwe birçî nahêle. Dikare hemû mal û milkê xwe bide cîran û dostan. Em dixwazin dermankirina bavê min di nava şert û mercên mirovahiyê de bê kirin û em dixwazin bavê min û hemû girtî bên berdan.