Ji bo Gunanayê di rojiya mirinê de bang li raya giştî kir 2018-03-06 09:34:13 STENBOL- Hevberdevka Înîsyatîfa Piştevaniya Zindanan Surreya Aydin, ji bo Tûran Gunanê ku 20 roj in ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdûllah Ocalan bê rakirin di rojiya mirinê de ye, bang li herkesî kir ku di vî warî bi hesasiyet tev bigerin.  Li Girtîgeha Tîpa F a Jimare 2'yan girtiyê bi navê Tûran Gunana, ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdûllah Ocalan bê rakirin, di 15'ê Sibatê de ket rojiya mirinê. Hevberdevka Înîsyatîfa Piştevaniya Zindanan a Stenbolê Surreya Aydin, ji bo Gunanayê ku 20 roj in di rojiya mirinê de ye, bang li herkesî kir ku di vî warî de bi hesasiyet tev bigerin.    'JI BO TECRDÎ BÊ RAKIRIN...'    Aydin, diyar kir ku divê pêvajo bi awayekî giştî esas bê girtin û Gunana ji bo tecrîda li ser Ocalan bê rakirin ketiye rojiya mirinê. Aydin got: "Ji bo ev tecrîd rabe, ji 15 Sibatê ve di rojiya mirinê de ye. Rêza me ji bo biryara wî heye, lê em naxwazin çalakiyên wisa berbelav bibin."    Aydin, destnîşan kir ku divê hemû civak bi awayekî yekpare ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan tev bigere û got: "Em jî bang li hemû raya giştî, buroyên hiqûqê, saziyên civaka sivîl dikin ku tecrîda li ser Birêz Abdûllah Ocalan esas bigirin û ji bo tecrîd û çewisandinên li hemû girtîgehan bi dawî bibin bi awayekî hesas tev bigerin."