Dibistan kirin qereqol 2018-03-06 09:27:37 COLEMÊRG- Li Colemêrgê, tevî 11 dibistanên ku di dema qedexeyên derketina derve yên di sala 2016'an de hatin îlankirin û piştî qedexeyan gelek dibistanên din jî veguherandin qereqolan. Ji bo jinûveavakirina dibistanan 50 milyon lîre budçe hatibû veqetandin, lê belê nayê zanîn ka ev pere ji bo çi hatiye xerckirin.  Li navçeya Geverê ya Colemêrgê, di dema pevçûnên di wexta qedexeyên derketina derve yên di sala 2016'an de hatin îlankirin rû dan de, gelek mal, kargeh û 11 dibistan hatibûn rûxandin û texrîbkirin. Nemaze jî Dibistana Navîn a Walî Gurbuz Erdogan, Dibistana Navîn a Halît Okay, Dibistana Seretayî ya Cûmhûriyetê, Dibistana Seretayî ya Ûgûr Sitki û Lîseya Ataturkê yên li Taxa Cûmhûriyet û Gungorê zêde bibûna hedefa obus, hewan û topan û ji ber vê nedihatin bikaranîn. Piştî lêkolînan der barê van dibistanan de rapora "zêde texrîb bûne" hat dayîn û yeko yeko hatin rûxandin.   Tevî van dibistanan, hin dibistanên taxên ku qet pevçûn lê rû nedan jî bi hinceta "ewlehiyê" hatin rûxandin. Ji ber ev dibistanên netexrîbkirî hatibûn rûxandin  û perwerdehî bi derengî ketibû gel nerazîbûnên xwe nîşan dabû.    Her wiha li navçeyê, gelek dibistanên nehatin rûxandin jî veguherandin qereqolê. Yek ji van dibistanan jî Dibistana Gaziyê ya li Taxa Ormanê bû û tehsîsî tîmên Tevgera Taybet hat kirin. Li derdora dibistanê jixwe du avahiyên qereqolê hebûn, lê belê dîsa jî dibistan veguharandin qereqolê û ji ber vê xwendekar neçar man ku biçin dibistanên ku gelekî dûrî malên wan e.    Rûxandina van dibistanên ku 7 hezar û 500 xwendekarên wan hebûn, bû sedema ku li dibistanên din hejmaar xwendekaran zêdetir bibe û ji ber li hin dibistanan cih tune ye ku xwendekar lê rûnên.    Halbûkî di 17'ê Gulana 2017'an de Gerînendetiya Perwerdehiya Netewî ya Colemêrgê û Gerînendetiya Wezarerta Hawirdor û Bajarsaziyê ya Colemêrgê soz dabûn ku ew ê dibistanên hatine texrîbkirin ji nû ve ava bikin. Lê belê, du sal derbas bûn hîn jî soz bi cih nehatine.    Hatibû daxuyandin ku ji bo jinûveavakirina dibistanên hatine rûxandin 50 milyon lîre budçe hatiye veqetandin, lê belê aqûbeta pereyê hatiye şandin nayê zanîn.