ROJEVA 6'Ê ADARA 2018'AN 2018-03-06 09:00:11 * Jinên Pedalperest ên Îzmîrî, bi duçerxeyên xwe 8'ê Adarê pêşwazî dikin. Wê jin, li dijî şideta li hemberî jinê, îstismarkirina zarokan û talankirina xwezayê li kolanên bajêr pedalan bigerînin.  * Jinên ku berê li meclîsên bajar, navçe û zanîngehan dihatin gel hev, niha jî wê di bin banê Meclîsa Jina ya Tirkiyeyê de bên gel hev û di 11'ê Adarê de jî civîna xwe ya ewil çê bikin. Endama Meclîsa Jina ya Stenbolê Dîlara Gevrek, bang li jinan kir: "Em bi hev re çareseriyeke hevpar ji pirsgirêkên xwe re bibînin."    * Li Colemêrgê, tevî 11 dibistanên ku di dema qedexeyên derketina derve yên di sala 2016'an de hatin îlankirin û piştî qedexeyan gelek dibistanên din jî veguherandin qereqolan. Ji bo jinûveavakirina dibistanan 50 milyon lîre budçe hatibû veqetandin, lê belê nayê zanîn ka ev pere ji bo çi hatiye xerckirin.    * Seroka Giştî ya EMEP'ê Selma Gurkan ji bo "Îtifaqa Cûmhûr" ku AKP- MHP ji bo hilbijartinên 2019'an çê kirin got: "Qanûneke hilbijartinê ye ku ji bo bi her awayî ji sindoqan koalîsyona AKP-MHP'ê wekî îktîdar derkeve, rê vedike. Pir zelal e ku rengê dengên têkevin sindoqan û yên derkevin dê ne wekî hev bin."    * Xebatên ku dê Heskîfê bi temamî di bin avê de bihêle didomin. Ev rewş li navçeyê bi awayekî xembar xwe dide der û berî ku di bin avê de bimîne ji bo cara dawî bibînin, qefle bi qefle mirov berê xwe didin Heskîfê.   * Girtiyê nexweş Ramzan Beyazpîrînç, dema sewqî nexweşxaneyê dihat kirin di ambulansê de miribû û der barê mirina wî de giliyê rayedarên ku hin ji wan bijîşk in hatibû kirin. Wezareta Dadê der barê giliyê de biryara "neşopandinê" da.    * Hevberdevka Înîsyatîfa Piştevaniya Zindanan Surreya Aydin, ji bo Tûran Gunanê ku 20 roj in ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdûllah Ocalan bê rakirin di rojiya mirinê de ye, bang li herkesî kir ku di vî warî bi hesasiyet tev bigerin.    *Sepana Asoya Helbesta Kurdî ya ku bala helbesthezan dikişîne xebatek berfireh bi rê ve dibe. 3 hezar û 267 helbest, 477 helbestkar, 2 hezar û 607 helbestên kurmancî, 122 helbestên kirmanckî û 549 helbestên soranî di sepanê de hene.Yek ji avakarê sepanê Rênas Xendekî got armanca wan ew e ku ew xizmeta wêje, helbest û hunera kurdî bikin û ji bo xwîner hêsantir xwe bigihînin helbestên kurdî serî li rêbazek wiha dane.    *Şemseddin Ekincî yê li girtigehê nexweş ket û rakirin nexweşxaneyê, ji ber di nava şertên xerab de hat girtin û hêj tedawiya wî xelas nebû dîsa şandin girtîgehê felcî bû. Kurê Ekîncî Kazim Ekincî diyar kir ku salek berê damarên mejiyê bavê wî xetimî û hêj dermankirin bi dawî nebû dîsa şandin girtigehê.    * Danişîna doza 4  akademîsyenên danezana "Em nabin şirîkê vî sûcî" îmze kirin rê li 37'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê dîtin. (10.00)   * 6'emîn Danişîna doza xebatkarên Rojnameya Ozgur Gundem û 9 rojnamegerên din dê li 23'emin Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê dîtin. (10.00)   * Di çarçoveya pîrozbahiyên 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de dê li Edene, Mêrsîn, Wan, Gever û gelek navendên din pîrozbahî bên lidarxistin. (11.00-15.00)    * Rêxistina HDP û HDK'ê û saziyên çep û demokrat dê bernameya 21'ê Adarê ya Stenbolê li avahiya HDP'ê ya Stenbolê bi raya giştî re parve bikin. (11.00)   * Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervin Buldan dê di koma partiya xwe ya meclisê de geşedanên hefteyê binirxîne. (12.30)