3 endamên HPG’ê yên li Qereyaziyê jiyanaxwe ji dest dan spartin axê 2018-03-05 19:56:49   ERZIROM -  Leşkerên bi ser gundê Reşa Sebrî ya navçeya Qereyaziyê de girtin û 4 endamên HPG'ê jiyana xwe ji dest dan û 7 kesên binçav kirin. Ji 4 cenazeyên HPG'ê cenazeyê 3 kesan li warên wan hatin definkirin.    Leşkeran bi maşîneyên zirxî di sibeha 2’yê Adarê de bi ser gelek malên gundê Reşa Sebrî yê navçeya Qereqaziya Erziromê de girtin, malek şewitandin û bi çekan gule li malê reşandin. Piştî bûyerê di malê de 4 HPG’iyan jiyana  xwe ji dest dan. Piştî serdegirtina malan de, leşkeran Mehmet Emîn, Mensur, Ekrem,  Yavuz Oran, Yildiz Oran, Abdullah Oran û N.Y. ê 17 salî binçav kirin.  Piştî îfadeya 7 kesan ên li Qereqola Cendirmeyan a Goksu bi dawî bû, serbest hatin berdan.    Ji 4 endamên HPG’ê yên jiyana xwe ji dest dan jî cenazeyê Tarik Şen, Veysi Çelîk û Taner Agar li warên wan hatin definkirin. Malbatan piştî cenaze ji Saztiya Tipa Edli (ATK) girtin, birin li warên wan defin kirin. Malbatan cenazeyê Tarik Şen (Adil) li Gundê Xirabsorkê yê Seraya Wanê, cenazeye Taner Agar (Canfeda) li gundê Kurdka yê Qereyaziya Erziromê û cenazeyê HPG’î Veysi Çelik (Çekdar) jî li gundê Gazbelê yê Qereyaziyê hatin defin kirin.