Pitika 3 mehî di bombekirina balafirên TSK'ê de mir 2018-03-05 19:47:23   EFRÎN - Di bombekirina balefirên şer ên TSK'ê yên li dijî gundê Firêriye yê navçeya Cindirêsê de, 2 kesan jiyana xwe ji dest dan. Di navde pitika 3 mehî jî heye. Di êrîşê de 8 sivîl jî birîndar bûn.   Tevî biryara agirbestê ya Konseya Neteweyên Yekbûyî (NY) jî balafirên TSK'ê kantona Efrînê bombe dike. Di bombebarana balafirên şer ên TSK'ê de pitika 3 mehî jî di navde 2 kesan jiyana xwe ji dest dan. Balafirên şer li gundê Firêriye yê navçeya Cindirêsê bombe barandin. Di êrîşê de pitika 3 mehî Diyana Gazi û Mahmud Alo jiyana xwe ji dest dan. Di êrîşan de 8 sivîl jî birîndar bûn. Li gorî agahiyên destpêkê navê 8 sivîlên birîndar wiha ne: Muhammed Suphi Saleh (3), Atur El Saleh Hesen (15), Abdullah Tirkî Davut (18), Xetuce Mustafa Mustafa (30), Saphi Gazi El saleh (25) û Seyyah Cemal El Saleh (25).