Rojnamevanên Sûriyeyê li ber avahiya HDP’ê hatin binçavkirin 2018-03-05 17:25:13 ENQERE - 2 nûçegihanê Televîzyona Dewletê ya Sûriyeyê piştî bi Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî re roportaj kirin, li ber navenda giştî ya partiyê hatin binçavkirin.  2 nûçegihanê Televîzyona Dewletê ya Sûriyeyê, di saetên nîvro de piştî roportaj bi Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Sezaî Temellî re kirin, li ber Navenda Giştî ya HDP’ê hatin binçavkirin.