Jinên li Çorluyê yên dibin çavan de hatin berdan 2018-03-05 16:35:23 TEKÎRDAG - Polîsên ku mûdaxileyî daxuyaniya Platforma Jinan a 8’ê Adarê kirin û 10 kesên binçav kirin, hatin berdan.   Platforma Jinan a 8’ê Adarê ya di 4’ê Adarê de xwest li navçeya Çorlu ya Tekîrdagê bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê daxuyanî bide çapameniyê, rastî mûdaxileya polîsan hat û 5 jê jin 10 kes hatin binçavkirin. Polîsan 10 kesên derxistin dozger, serbest hatinberdan.     ‘LÊGERÎNA TAZÎ FERZ KIRIN’   Yek ji jinên birin Midûryeta Polîsan a Çorlu, endama Platforma Jinan a Çorlu Alev Yildirim, diyar kir ku bi saetan rastî lêgerîna tazî ya polîsên zilam hatin û wiha axivî: “Ji ber ku em li pêkanîna lêgerîna bi tazî deketin, gef li me xwarin. Polîsan hewldan tiliyên min bişkînin. Ji ber ku min lêgerîna  tazî qebûl nekir, ez derp kirim. Polîsekê got ‘Em li dijî FETO’yan jî vê pêkanînê dikin, ma emê li dijî we nekin. Ger destûrê nedin, serê wan li diwar bixwin.’ Gava polîsan ez binçav kirim, çend neynûkên min jê bûn.”    DÊ JIN SERLÊDANA SÛC BIKIN   Yildirim, da zanîn ku jin pir bi hêzin û wiha got: “Ew hêza jinê heye ku li dijî îşkenceyê li ber xwe bidin. Em ê li dijî îşkenceya li me hat kirin,  sibe serlêdana sûc bikin.” Jinên ku sibe serlêdana sûc bikin, dê dûre civîna çapemeniyê pêk bînin.