Li Cindirêsê 3 jê zarok 13 sivîl hatin kuştin 2018-03-05 15:44:51 EFRÎN – Li gel Neteweyên Yekbûyî biryara agirbestê îlan kiriye jî dîsa bombebarana li ser navçe û gundên Efrînê didomin. Di êrîşên bombeyî de li navçeya Cindirêsê 3 jê zarok 13 sîvîl hatin kuştin. Li Raco jî 3 sivîl hatin kuştin.  Tevî biryara Neteweyên Yekbûyî ya agirbestê şerê li ser Efrînê di roja 45'an de berdewam dike. Di şer de TSK û OSO bi tang, top û balafirên şer êrîşên li ser gelê Efrînê didomîne. Di êrîşan de herî zêde welatî dibin hedef. Balafirên şer ên TSK'ê li navçeya Cindirêsê êrîyên hewayi pêk anî. Li gorî agahiyên ewil 3 jê zarok 13 sivîl hatin kuştin.    Hat diyar kirin ku TSK’ê li navçeya Şera  jî bi balafirên şer û topên obusan kiriye hedef.    3 KESÊN BIRÎNDAR JIYANA XWE JI DEST DAN   Li aliyê din li Gundê Berbenê yê navçeya Raco jî 3 sivîlên birîndar bûbûn jiyana xwe ji dest dan. Emine Mihemed Mustefa (80), Abdulrehman Xelil (43) û Nurî Cuma jiyana xwe ji dest dan rewşa 18 birindaran jî hêj giran e.