TGS: Ji sedî 53 jinên rojnameger rastî tundiya rêveberên xwe tên 2018-03-05 14:29:11 STENBOL - Komîsyona Jinan a TGS û LGBTÎ, encamên anketa “Jinên Rojnameger ên Rastî Cûdakariya Zayendî tên û Lêkolîna Tundiyê” eşkere kir. Li gorî encamê, ji sedî 53 jinên rojnameger rastî tundiya rêveberên xwe, ji sedî 45 ên hevalên xwe yên xebatê û ji sedî 32 jî rastî tundiya polîsan hatine.   Komîsyona Jinan a Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGS) û LGBTÎ, bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, ji bo balê bikişîne ser pirsgirkên jinên rojnameger ên dinava xebatan de rastî tundiyê tên, encamên anketa “Jinên Rojnameger ên Rastî Cûdakariya Zayendî tên û Lêkolîna Tundiyê” ya çêkirin eşkere kir. TGS’ê li avahiya Şaxa xwe ya Stenbolê civîna çapemeniyê pêk anî û anket xwe eşkere kir. Endama Komîsyona Jinan a TGS û LGBTÎ Gulfen Karataş, encamên anketê parve kir û bal kişand ser tundiya bi OHAL’ê re dest pê kir.    Karataş, diyar kir ku 221 jinên rojnameger beşdarî anketa wan bûne û wiha got: “Ji sedî 55 jin rastî cûdakariya bûhayê pare tên. Zilamên ku bi jinan re heman karî dikin, heqdestên wan ji yê jinan zêdetire û hîn zûtir bilind dibin.”    ‘PIŞTÎ OHALÊ TUNDIYA POLÎSAN ZÊDETIR BÛ’   Karataş, da zanîn ku jinên rojnameger li qadên xebatê tim rastî tundiyê tên û wiha bi dawî kir: “Di ankete de ji sedî 53 jinên rojnameger rastî tundiya rêveberên xwe tên, ji sedî 45 rastî tundiya hevalên xwe yên xebatê tên û ji sedî 32 jî rastî tundiya polîsan tên. Bi taybetî piştî îlan kirina OHAL’ê jinên rojnameger zêdetir rastî îşkence û tundiya polîsan hatin.”