Jinan ji bo girtiyên jin kart şandin 2018-03-05 14:01:09 NAVENDA NÛÇEYAN - Li Şirnex û Antalya yê di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê de ligel ablukeya polîsan jî jinan ji girtiyên jin re kartên pîrozbahiyê şandin.   Li Şirnexê, Meclîsên Jinan ên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) di çarçoveya çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê kartên pîrozbahiyê ji jinên girtî re şandin.  Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Aycan Îrmez, Endma Meclîsa Jinan a HDP’ê Ozlem Kutlu, Hevseroka HDP’ê ya Şirnexê Zeynep Unat, Hevseroka DBP’ê ya Şirnexê Ayşe Altay û gelek jin li avahiya HDP’ê kom bûn û ji wir jî çûn  avahiya PTT’a bajêr. Jinan kartên bi nişeyên kurt tije kirin, dibin ablukeya polîsan de ji jinên girtî re şandin.    ANTALYA    Li Antalyayê jî jinan astengî nas nekirin    Platforma Jinan a Antalyayê jî, kartên piştevaniyê ji jinên girtî re şandin. Jinên li ber Postexaneya Gulluk a navçeya Murat Paşa kom bûn, berî kartan bişînin xwestin daxuyanî bidin.  Lê polîsan jin asteng kirin û gotin “Teqez ferman hatiye. Bi tu awayî daxuyaniya çapemeniyê dê neyê dayîn. Tenê nameyan bişînin û belav bibin.” Jinan ligel astengiya polîsan jî pankarta “Ji jinên girtî re azadî” vekirin û piştî daxuyaniyê kartên bi xwe re anîbûn, ji girtiyên jin re şandin.