Li Nisêbînê qedexeya derketina derve hat îlankirin 2018-03-05 12:58:56 MÊRDÎN -  Li gundê Kertwên a Nisêbînê, bi hinceta “Operasyona leşkerî” qedexeya derketina derve hat îlankirin.  Walîtiya Mêrdînê, li gundê Kertwên a navçeya Nisêbîna Mêrdînê qedexeya derketina derve îlan kir. Walîtiyê bi hinceta “Operasyona leşkerî” qedexeya îlan kir, dê heya fermana duyemîn berdewam bike.   Piştî qedexeyê li herêmê tevgera leşkerî dest pê kir û leşkeran li gund di ser hin malan de girtin.