Di topbaranê de kesk birîndar bû û jinekê jî jiyana xwe ji dest da 2018-03-05 10:59:37 EFRÎN - Di encama topbarana TSK’ê ya li ser gundê Qere Tebê yê navçeya Şera de jinekê jiyana xwe ji dest da û welatiyê Nebî Sefer Şêxo ê 60 salî jî bi giranî birîndar bû.  Li gundê Qere Tebê yê navçeya Şera ya Efrînê, di encama topbarana TSK û komên hevkarên wê OSO de jina 50 salî Remziye Abdulreheman jiyana xwe ji dest da. Welatiyê 60 salî Nebî Sefer Şêxo jî bi giranî birîndar bû.    Birîndar, rakirin nexweşxanê û derman kirin.