ROJEVA 5'Ê ADARA 2018'AN 2018-03-05 09:00:47 * Hîndekarê Zanîngeha EHESS'ê Prof. Dr. Hamit Bozarslan ku bi gelek xebatên xwe referans tê nîşandan, diyar kir ku kurdan li Efrînê li dijî takdîka dualî ya leşkerî serkeftinek mezin bi dest xistine û wiha got: "Ji bo pirsgirêka li Rojhilata Navîn çareser bibe divê weki Konferansa Yalta ya sala 1945'an bê lidarxistin. Dîsa gelek rêyên çareseriyê hene.  * Akademîsyenên Jin ên bi KHK'ê hatin îxrackirin diyar kirin ku ew dê rêxistiniya xwe bi têkoşîna xwe nîşanî dijminên jinan bidin û xwest hemû jin bi ruhê 8'ê Adarê dakevin kolanan.    * Li gorî rapora ÎHD'ê li girtîgehên Tirkiye ji Hezar û 154 girtiyên nexweş rewşa 402 girtiyan giran e. Rewşa van girtiyen giran roj bi roj xerabtir dibe. Ji ber ku rayedar raporê nadin girtiyan, girtî nayên berdan. Bijîşk jî diyar dikin ku pêwiste ev girtî serbest di şert û mercên baş de bên dermankirin.    * Bijîşk Fesîh A yê berpirsiyariya minina pitika mîjoya şîr Aslan, piştî hat darizandin, rastî 80 roj ceza hat û cezayê wî hat taloqkirin.    * Gelê Êlihê, ji ber qeyûma Êlihê têkildarî Sînemaya Yilmaz Guney got 'Em dê ji nûve çêkin' piştre pêşniyarek din avêt holê û tu gav nehat avêtin, bertekên xwe anîn ziman û diyar kirin ku ew Sînemaya Yilmaz Guney ji nûve dixwazin.    Tersî Kadriye Sansur, ku bi salan li kargeriyekê xebitî û keda wê hat xwarin, dest ji karê berê berda û bi xwe terzîxane vekir. Sansur, diyar kir ku zayendiya kedê tune û wiha got: "Bi minasebeta 8'ê Adarê divê jin tu carî keda xwe bi destê mêr de bernedin. Divê em li keda xwe xwedî derkevin."    * Jin dê li Şirnexê bi minasebeta 8'ê Adarê ji jinên girtî re kartên pîrozbahiyê bişînin. (11.00)   * Jin dê li navçeya Payizava ya Wanê di çarçoveya pîrozbahiyên 8'ê Adarê de şahiyekê pêk bînin. (11:00)   * Rêxistina EMEP'ê ya Edeneyê û xwînerê Rojnameya Evrenselê dê li dijî zextên li ser xwîneran li Şaxa ÎHD'ê ya Edeneyê civîna çapemeniyê pêk bîne. (12.30)    * Platforma Jinan a Antalya, di çarçoveya pîrozbahiyên 8'ê Adarê de dê li Postexaneyae Gulluk, ji girtiyan re name û kartan bişînin. (12.30)    * Komeleya Dostên Derdorê ya Mêrsînê û rêxistinên demokratîk ên sivîl, ji bo parastina xwezayê dê li Cemîyetea Rojnamegerên Mêrsînê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (12.30)    * Platforma Jinan a Ahtamara, di çarçoveya pîrozbahiyên 8'ê Adarê de dê Bajarê Tekstil û Mala Zayinê ziyaret bikin. (13:00)   * Platforma Jinan a Dîcle ya Amedê (DAKP) dê bi minasebeta 8'ê Adarê li Otela Demir  ya Amedê panela "Ewlehiya Aştiyê û Jinan" pêk bînin. (13.00-17.00)    * Jinên Îzmirî dê têkildarî 8'ê Adarê li Salona Meclîsa şaredariya Gaziemirê panela "Zayendiya Civakî" pêk bînin. (18.00)