Bi hezaran Efrînî ketin parastina Cindirêsê 2018-03-04 13:53:08 EFRÎN - Bi hezaran welatiyên Efrînê di pêşengiya Meclîsa Kantona Efrînê de ji Efrînê bi karwanek ji sedan maşîne pêk dihat, hatin Cindirêsê. Piştî karwan gişit Cindirêsê, li ser navê girsê Hevseroka Meclîsa Kantona Efrînê Hêvî Mistefa diyar kir ku hemû cîhan bê ser wan jî dest ji axa xwe bernadin û dê parastina rewa heta dawî pêş bixin. Hêvî Mistefa anî ziman ku derketina Efrînê ji bo wan mirin e.  Tevî agirbesta Konseya Neteweyên Yekbûyî ya Sûriye jî şerê TSK û OSO li ser gelê Efrinê di roja 45'an de berdewam dike. Di rojên dawî de TSK û OSO bi tang, top û balafiran herêma Cindirêsê bombe dike û xaniyan xera dike. Li dijî van êrîşan bi hezaran welatiyên Efrînê berê xwe dan Cindirêsê. Bi hezaran welatiyên Efrînê di pêşengiya Meclîsa Kantona Efrînê de ji Efrînê bi karwanek ji sedan maşîne pêk dihat, hatin Cindirêsê. Li ser navê girsê Hevseroka Meclîsa Kantona Efrînê Osman Şêx Îsa û Hêvî Mistefa daxuyanî dan. Beriya daxuyaniyê rêz girtin û piştre daxuyanî dan.    'GEL LI DIJÎ HEMÛ ÊRÎŞAN AXA XWE DIPARÊZIN'   Ewil Hevserokê Meclîsa Kantona Efrînê Osman Şex Îsa, diyar kir ku ji bo Cindîrêsê biparezin amade ne bibin mertal. Îsa, anî ziman ku ew û şervan bi hevre dê di ber xwe bidin. Îsa, destnîşan kir ku gelê gund û navçeyan li dijî hemû tagn û topan zevî, zeştûn û warê xwe diparêzin û wiha got: "Gel bindestî dagirkerî û zilmê qebûl nake û ji bo mafê xwe di ber xwe dide. Em her dem bi gelê xwe re ne. Em dê bi ser bikevin. Em tu carî destûr nadin ku Axa Avestayan, Arînan, biparêzin. An Serkeftin An serkeftin. Serkeftin ya Gelê Efrînê ye."    'HEMÛ CÎHAN BÊ SER ME JÎ EMÊ EFRÎNÊ BIPARÊZIN'   Piştre Endama Meclîsa Kantona Efrinê Mistefa Hêvî jî berxwedana gelê Efrînê silav kir û wiha got: "Em vê berxwedana serdemê li hemû şehîdan pîroz dikin. Em hemû berxwedanên ku di eniyan de şer dikin tevan silav dikin. Em berxwedana we pîroz dikin. Em gelê Efrînê li dijî hovitiya dewleta AKP'ê û dewleta faşîst berxwedaniyek mezin pêş dixin. Gel û şervanên Efrînê bi ruhê berxwedanan wekî Malzuman, wekî Avestayan berxwedanek bê hempa nîşan dide. Tevî hemû êrîşan dewlet bêden in û temaşe dikin jî vîna gel û berxwedane gelê Efrînê bi ser ketiye. Serkeftina Efrînê Serkeftina Bakurê Sûriye û tevahiya Kurdistanê ye. Em dibêjin dawiya hikûmeta dewleta êrîşkar a Tirkiye dê li Efrînê pêk bê. Divê êdî hemû dewletên cîhanê û gelên cîhanê li dijî vê êrîş û dagirkeriyê helwesta xwe nîşan bide û dengê xwe bilind bikin. Em dîsa dibêjin çi dibe biba bibe em dest ji axa xwe bernadin. Em dîsa dibêjin zarok jî mezin jî û şervan jî axa xwe diparêze û ev parastin parastinek rewa ye. Rêber Apo jî dibêji ger ku hêza cîhanê tev êrîş bike jî em dê parastin bikin. Em jî dibêjin hemû cîhan êrîşî axa Efrînê bikin jî em dê heta dawî parastin bikin û tu carî dest ji axa Efrînê bernadin. Ji ber ku derketina ji Efrînê mirin e. Em dê bi ruhê Arîn, Avesta, Masluman, Egîdan heta dawî di ber xwe bidin. Bijî Berxwedana Serdemê. Bijî 8'ê Adarê. Bijî berxwedana Îmraliyê."    Piştî daxuyaniyê çalakiya gel a li Cindirêsê berdewam dike.