Ji Efrînê çend dîmenen jinên berxwedêr 2018-03-04 13:00:25 EFRÎN - Li Efrînê jin 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, di nava berxwedan û parastina li dijî êrîşan pêşwazî dikin. Beriya 8'ê Adarê wêneyên ketin ber objektîfan, têkoşîn û parastina jinên Efrînê ya li dijî êrîşan nîşan dide.  Şerê TSK'ê û OSO ya li dijî Efrînê bi tang û topan daye destpêkirin di roja 45'an de berdewam dike. Gelê Efrînê di pêşengiya Hêzên Sûriyeya demokratîk (QSD) û jinan de 45 rojin di ber xwe dide. Tevî hemû êrîşan jin li Efrînê Amadekariya pîrozbahiya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê dikin. Jinên kurd, ereb, êzîdî, elewî û xirîstiyan ên amadekariya 8'ê Adarê dikin, wêneyên wan wiha ketin ber objektifên Ajansa Mezopotamya (MA).    * Jinên pêşengî ji Sûriyeya Bakur û Rojhilata Navîn re kirin, niha li Efrînê li hev kom bûn.    * Jinên di şerê li Cindirêsê, Raco, Bilbilê, Mabeta, Şiyê, Şera û Şêrawa di eniyên şer de pêşengî kirin, di pêşengiya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) de parastinê dikin. Şervanên YPJ'ê di eniya şer de 8'ê Adarê pêşwazî dikin.    * Jinên ereb, kurd, turkmen, êzîdî, elewiyan ên kantonê hem di qada xer de û hem jî di qada civakî de pêşengiyê dikin.    * Li gel YPJ'ê endamên Yekîneyên Parastina Gel (HPC) ên temenên wan heta 60 salî jî hene.    * Jinên li Kantonê ji bo 8'ê Adarê amedekariya meşek mezin dikin, di pêşengiya Kongra Star de mal bi mal digerin û bang li jinan dikin ku tev li meşê bibin.    * Ji gelek bawerî û civakan jin li Efrînê amadekariyê dikin. Jinên Xirîstiyan jî li Dêrê kom bûne û ji bo Efrînê duayan dikin.    * Jin dayik tevi zarokên xwe tev li meşan dibin û bertekên xwe yên li dijî êrîşan tînin ziman.    * Hin dayik tevî zarokên xwe di eniyan de şer dikin û parastinê dikin. Dayika 3 zarokan Fatma Mihemed jî li Raco di eniyê de şer dike.    * Jin jinên ku gundê wan ketiye bin kontorla TSK OSO, hatine navenda Efrînê. Jinên navenda Efrînê bi wan de ketine nava pişevaniyê.    * Hin jin ji bo şervanên di eniya şer de xwarinê amade dikin û 8'ê Adarê pîroz dikin.    MA / Nazim Daştan