Nûçegihana Jinnewsê Suren ji ber rojnamegertiyê tê sûcdarkirin 2018-03-04 12:27:24 AMED - Nûçegihanê Jinnewsê Durket Suren a ji bo şopandina nûçeyan çû Lîcê û hat binçavkirin, ji ber bernameyên çêkirin tê sûcdarkirin. Li bendêye ku Suren sibe derxin edliyê. Nûçegihana Jinnewsê Durket Suren a di 1’ê Adarê de ji bo şopandina nûçeyan çû navçeya Lîcê ya Amedê û bi hinceta lêgerîna wê heye hat binçavkirin, li Midûryeta TEM’ê ya Amedê tê girin. Hat diyar kirin ku biryara veşartinê ji bo dosyaya lêpîrsîna Suren hatiye dayîn.     MIJARÊN SÛCDARIYÊ FALIYETÊN ROJNAMEGERTIYÊNE   Îfadeya Suren a li ewlekariya polîsan du bi şev hat girtin, belavkariya Rojnameyên Ozgurlukçu Demokrasî û Rojeva medya, parvekirinên hesabên wê yên Twîtter û bernameyên di Ozgur Gun TV’î de çêkirin mijarên sûc hatin dîtin.    Suren bi “Propagandeya rêxistinê kir” û “Endamtiya rêxistinê” tê sûcdarkirin. Li bendê ye ku Suren ji bo îfade bide dozger sibe sewqî Edeliya Amedê bê kirin.   Li aliyê din  di çarçoveya heman lêpirsînê de xebatkarê rojnameyên Ozgurlukçu Demokrasî û Rojeva Medya yê berê Seyfettîn Uslu jî hat binçavkirin.