Dayîkên Arîn Mîrkan û Barîn Kobanê: Em ê bi serbikevin 2018-03-04 12:07:46 EFRÎN - Dayîkên Arîn Mîrkan û Barîn Kobanê yên bi çalakiyên xwe li Koban û Efrînê bûn sembolên berxwedana jinên cîhanê, peyama 8’ê Adarê dan û gotin: “Em ê bi ser bikevin û serkeftina xwe di 8’ê Adarê de nîşan bidin.” Şerê li Efrînê di roja 44’an de berdewam dike. Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi gel re berxwedan hûnandî, nahêle TSK û komên hevkarên wê OSO ligel hemû teknolojiya xwe jî pêş bike. Gelên Efrînî yên li kêleka şervanên QSD’ê li ber xwe didin, îro dîsan dibin êrîşên dijwar de, dê bi pêşengtiya jinan ber bi Cindirêsê ve bi meşin. Li aliyê din jî jinên Efrînî amadekariyên xwe yên 8’ê Adarê berdewam dikin. Dayîkên Arîn Mîrkan û Barîn Kobanê yên bi çalakiyên xwe li Kobanê û Efrînê bûn sembolên berxwedana jinên cîhanê jî xwe ji bo 8’ê Adarê made dikin.   LI KOBANÊ ARÎN   Şervana YPJ’ê Arîn Mîrkan li Kobanê li dijî DAIŞ’ê bi çalakiya xwe bû sembola berxwedana jinên Rojhilata Navîn û Cîhanê. Mîrkan mîrasê xwe yê berxwedanê ji jinên Bakurê Sûriyeyê hişt. Mîrkan a eslê xwe ji gundê Mîrkan a navçeya Mabeta Efrînê ye, îro li ser axa lê ji dayîn bûyî bi sivîl tên kuştin.   3 ZAROKÊN WÊ YÊN DIN JÎ DI CEPERÊN CÛDA CIH DIGIRIN   Dayîka Arîn Mîrkan Vahîde Henan Huso ya 70’î salî, diyar kir ku dê tu êrîş wan çavtirsandî nekin û wiha axivî: “Ji niha de Efrînê qezenc kiriye. 3 zarokên min ên din jî di ceperên cûda de cih digirin û li dijî TSK û OSO şer dikin. Kurê min Egîd Gençxemîs ji milê xwe birîndar bû. Ger bê xwestin ezê hemû zarokên xwe bişînim. Çawan ku me Kobanê ser xist, emê Efrînê jî bi ser bixin.”   ‘DÊ SERKEFTIN A ME BE’    Henan, anî ziman ku bila kes xwe ne xapîne û wiha got: “YPG û YPJ’a me hene. Serokê me Apo heye. Em nakevin. Bila dijmin li me baş mêze bike. Te çi da me ku tu ji me bistînî? Vê yekê baş zanibe, vîna me saxleme. Dê dayîkên şehîdan li ber xwe bidin û hûnê binbikevin. Kes ji Efrînê derneketiye. Hemû kes li ser cih û warên xwe ne. Em bi hev ve girêdayîne. Li vê derê jin hene. Emê di 8’ê Adarê vê yekê nîşan bidin.”   LI EFRÎNÊ BARÎN   Dayîka Emîne Mustafa Omer (Barîn Kobanê) ku bû yek ji sembolên çalakiyên Efrînê Zehra Elo jî, diyar kir ku 3 zarokên wê yên din jî di refên YPG’ê de cih digirin û wiha axivî: “Barîn Kobanê ji bo pêşeroja gelan çalakiyek wiha pêk anî. Dê hemû cîhan rastiya jinên Efrînê bibînin. Wê bi çalakiya xwe serê me bilind kir. Ew bû rûmeta gelê kurd. Bila dijmin baş zanibe ka li dijî kê şer dike.”   'EFRÎN DÊ BI BERXWEDANÊ QEZENC BIKE'   Elo, da zanîn ku hemû jin 8’ê Adarê pîroz dikin û wiha got: “Arîn Mîrkan li Kobanê canê xwe feda kir. Barîn jî li Efrînê… Ev ji bo gelên xwe kirin. Dê xwîna tu şervanan li erdê nemîne. Dê xwîna Barînan jî li erdê nemîne. Dê çeka wê jî li erdê nemîne. Bi sedan hevalên wê yên çeka wê rabikin hene. Efrîn dê li ber xwe bide û qezenc bike. Erdogan dê di Efrîn de bikeve û têk biçe.”   MA / Nazim Daştan