Bandora şerê Efrînê ya li ser dadgehê: Pere bide, parastinê bike 2018-03-04 09:50:41 EDENE - Parêzer Tugay Bek, diyar kir ku ji bo girtî di dadgehan de nekarin bi zimanê xwe yê zikmakî parastinê bikin,  dadgeh şertê wergera parastinê ya pereyê pêşin dispêre girtiyan û got: “Operasyonên derveyî sînor ên li dijî Efrînê bandorê li dadgehan jî kiriye.” Di sala 2013’an de parastina zimanê zimakî hatibû qebûl kirin. Lê di demên dawî de dadgeh bi şertê wergera parastinê ya pareyê pêşîn dispêre girtiyan û girtiyên di demê xwe pare nedin nikarin parastinê bikin. Dadgeh bi vî awayê parastina girtiyan dixwaze asteng bike.  Mînaka vê ya herî dayî di 26’ê Sibatê di 13’ê Dadgeha Cezayê Giran a Edeneyê de hat dîtin. Xebatkarê Kovara Ozgur Toplum Fahrettîn Kiliç ê xwest di danişînê de parastinê bike ev yek sipartinê. Kiliç ê cara yekemîn derket pêşberî dadgehê û xwest bi kurdî parastinê bike, bi hinceta pare pêşîne ne daye parastin nekir û doz taloqî 23’yê Gulanê hat kirin.    ‘PERE BIDE, RARASTIN BIKE’   Parêzerê Kilç Tugay Bek, bertek nîşanî vê pêkanînê da û wiha axivî: “Bi taybetî 10 rojin dadgehên Edeneyê girtiyên dixwazin bi zimanê xwe yê zikmakî parastinê bikin, asteng dikin. Qanûna Dadgeha Cezayê di sala 2013’an de çû guhertinekê û parastina bi zimanê zikmanî weke maf qebûl kir. Ji sala 2013’an ve girtî bi rêya wergervanan parastina xwe dikin. Lê ev demek ji bo vî mafî asteng bikin, dadgeh rê û rêbazên cûda diceribîne.”   Bek, danîn ku lêçûna wergervan 200 TL ‘ye û wiha bilêv kir: “Ên ku pareyan bidin, dê parastina xwe bikin. Lê yên ku nedin nikarin parastinê bikin. Ligel ku di Qanîna Dadgeha Ceza tu guhertin nekiriye jî, lê dadgeh vê pêkanînê li ser girtiyan ferz dike. Ez difikirim ku bandora operasyonên Efrînê li ser dadgehê jî kiriye. Heta bêje ev bê hiqûqiye. Mafê parastinê bi pareyan tu carî nayê asteng kirin. Ên ku parayên wan hebin dê parastinê xwe bikin, ên ku pareyên wan tunebin nikarin parastin xwe bikin. Ev pergal nayê qebûl kirin.     MA / Hamdullah Kesen