Hem lînç kirin hem doz lê vekirin 2018-03-04 09:22:36   ŞIRNEX  - Xwendekarê Zanîngeha Kocaeliyê Ferhat Duymak ku ji aliyê xwendekarên nîjadperest ve hatibû lînçkirin û vegeriyabû Cizîrê, vê carê der barê wî de doz vekirin.    Xwendekarê Beşa Karên Makîneyên Keştî ya Fakulteya Karamurselê ya Zanîngeha Kocaeliyê Ferhat Duymak yê ji Cizîrê, di 2'yê Îlonê de li Wargeha Xwendekaran a Gazanfer Bîlge rastî lînca komek xwendekarên nijadperest hatibû. Koma nijadperest bi hinceta Duymak derbarê qedexeya derketina kolanan a li navçeya Cizîrê de li ser hesabê medya civakî bi hastaga #Cizredekatliamvar bal dikişand ser komkujiya Cizîrê û wêneyê Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê berê Selahattîn Demîrtaş belav kiriye Duymak lînç kiribûn.    HEWCEHÎ BI LÊPIRSÎNÊ NEHAT DÎTIN   Piştî Duymak rastî lincê hat, Serdozgeriya Karamurselê derbarê Emre Kuçuk, Koray Metîn û Mahmut Muhammet Çetîn de lêpirsîn vekir. Lê serdozger bi hinceta “Hewcehî li peyketinê tune ye” dosya lêpirsîne girt û pêdivî bi lêpirsînê nedît.    SEDEMA LÎNÇKIRINÊ BÛ HINCETA PROPAGANDAYÊ   Vê carê Serdozgeriya Kocaeliyê der barê Duymak de bi sedema parvekirinên medyaya civakî doz vekir. Dozgeriyê gilîyên xwendekarên nîjadperest Emre Kuçuk, Koray Metîn û Mahmut Muhammet Çetîn ya piştî buyerê 155’ê kirîn esas girt û di îdeanameyê de ev tişt got: “Gumanbar Ferhat Duymak bi armanca rêxistin kirina PKK’ê xebatan zanîngehê dimeşîne, li ser pirsa gîlîdaran a ‘Tu sempatîzanê PKK’yî?’, Duymak jî bi gotina ‘Erê ez li zanîngehê xebatên ji bo rêxistinkirina PKK’ê xebatan dikim’ bersiv daye…”   PARVEKIRINÊN WÎ BÛ SEDEMA DOZE   Parvekirinên Duymak yên medyaya civakî yên “Li Pirsûsê komkujî heye, lanet dikin”, “Li Cizîrê komkujî heye, li Geverê komkujî heye, êdî bese”, “Bajarek bifikirin heya biryara duyemîn qedexe tê îlankirin û tu nikarî herî mala xwe, dîsa heman bajêr telefon înternet tune ye û tu agahî ji xizmên xwe nastênî, heman bajêr gel raste rast tê gulebaran kirin, zarok kal herkes tê kuştin û medya jî nanivîse” bûn sedema sucê.   Îdeanameya hatî amadekirin ji aliyê Dadgeha Cezayê ya Asliye ya 4'emîn a Kocaeliyê û Dadgeha Cezayên Giran a 3'emîn a Kocaeliyê ve biryara bêrayetiyê  hat dayîn. Îdîaname piştre ji aliyê Dadgeha Cezayên Giran a 6'emîn a Kocaeliyê ve hat qebûlkirin.   Serdozgerî di îdeanameyê de bi hinceta “Propagandaya rêxistinê kirinê” daxwaza ceza kirina Duymak kir û doz dê rojên pêş de li Dadgeha Cezayên Giran a 6'emîn a Kocaeliyê bê dîtin.    MA / Ozgur Paksoy