Pîr: NATO dixwaze YPG'ê ji rojavayê Firatê derxîne 2018-03-04 09:17:44 ENQERE– Alîgirê Serokê Komîteya Bilind a Temayulên Ewlehî û Teknolojiyê ya NATO-PA'yê Ziya Pîr, got NATO dixwaze YPG'ê ji rojavayê Firatê derxîne.  Hefteya borî li Burukselê Civîna Komîteya Hevpar a Asambleya Parlementeriyê ya NATO (NATO-PA) pêk hat. Parlementerê HDP'ê yê Amedê û Alîgirê Serokê Komîteya Bilind a Temayulên Ewlehî û Teknolojiyê ya NATO-PA'yê Ziya Pîr ku di civînê de di nav heyeta Tirkiyeyê de cih girt, helwesta welatên welatên NATO'yê yên li hemberî êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Efrînê nirxandin. Pîr, diyar kir ku civîn sê rojan domandine û got: "Welatên endamên NATO PA'yê, ketina Tirkiyeyê ya Efrînê pesend nakin."    'ÊRÎŞÊN TIRKIYEYÊ DERÎ HUQÛQA NAVNETEWÎ NE'   Pîr, diyar kir ku wî di navbera civînan de bi nûnerên DYA, Fransa, Almanya, Swêd, Îngîltere û Îtalyayê re hevdîtin çê kirine û got: "Bi taybetî vî tiştî bêjim, helwesta Heyeta Almanyayê pir zelal bû. Endamekî ku ji partiya Angela Markelê û di heman demê de huqûqnasekş navnetewî ye, bi zimanekî zelal ji min re got êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Efrînê derî huqûqa navnetewî ne. Got: 'Ez li ser mijarê bi kesî re naaxivim. Çimkî ev teqez derî huqûqa navnetewî ye.' Yanî helwesta Heyeta Alman a di vî warî de zelal e. Helwesta heyetên welatên din jî ne kêmî ya Almanyayê bûn. Lê tenê DYA di vî warî de li ortê disekine."    Pîr, destnîşan kir ku di hevdîtinên xwe yên di navbera civînan de ku bi endamên heyetan re kirine de, tu welat mudaxileya Tirkiyeyê ya li ehmberî Efrînê pesend nake û got: "Di hevdîtinan de derket holê ku, hinceta Tirkiyeyê tu welatî qaneh nekiriye. Bi taybetî jî Almanya dixwaze Tirkiye demildest ji Efrînê derkeve."    ‘YA LI EFRÎNÊ TÊ KIRIN QIRKIRIN E'    Pîr, destnîşan kir ku ji sedî 95'ê Efrînê kurd in û xwediyê eslîn ê Efrînê kurd in û Tirkiye hewl dide avaniya demografîk a Efrînê biguherîne. Pîr, bi lêv kir ku ne di warê huqûqî ne jî însanî de tu hinceteke Tirkiyeyê ku mudaxileyî Efrînê bike tune ye û got: "Serokomar got, ew ê sê milyon û nîv penaber ên li Tirkiyeyê dijîn bişînin Efrînê. Divê mirov jê bipirse, 'Tu yê çi bikî ji kurdên li wir?' Li vir ev encam derdikeve holê; Wê kurdên li wir bişîne cihên din û derdorên nêzî xwe li wir bi cih bike. Navê vê yekê qirkirin e. Di platforma navntewî de navê vê yekê qirkirin e."    ‘LI CÎHANÊ TU BERAMBERIYA KU TIRKIYE YPG'Ê WEKÎ TERORÎST ÎLAN DIKE TUNE YE'    Pîr, der barê hewldanên Tirkiyeyê ku dixwaze li cîhanê YPG'ê wekî terorîst îlan bike jî got: "Binihêrin, Hevserokê PYD'ê yê berê û Berpirisyarê Têkiliyên Derve yê TEV-DEM'ê Salih Muslim li Çekyayê hat binçavkirin. Li gor agahiyên ku bi dest me ketin, di Înterpolê de jî der barê Salih Muslim de tu qeyd tune ne. Yanî Înterpol daxwaza Tirkiyeyê ya der barê Salih Muslim de esas jî negirtiye. Yanî ne li cîhanê û ne jî di NATO'yê de tu beramberiyeke hewldana Tirkiyeyê ku YPG'ê wekî terorîst îlan dike tune ye. Jixwe tewra NATO'yê ya ji bo YPG'ê zelal e ku dibêje ne terorîst e. Ji bilî Tirkiyeyê tu welat nabêje terorîst."    ‘NATO DIXWAZE YPG'Ê JI ROJAVAYÊ FIRATÊ DERXÎNE'    Pîr, diyar kir ku welatên sereke yên NATO'yê di warê mijara Sûriyeyê de di nav hin lêgerînên nû de ne û got: "Li NATO'yê bi taybetî ev mesele tê axaftin: Em dizanin ku hin hêzên di NATO'yê de, ji bo li rojhilatê Firatê statuyeke YPG'ê ya wekî ya Başûrê Kurdistanê çê bibe, teklîf ji Tirkiyeyê re birine. Yanî wekî ya Başûrê Kurdistanê, pirsên gelo hûn ê li rojhilatê Firatê tiştekî wisa qebûl bikin an na, ji Tirkiyeyê tên pirsîn. Ji Tirkiyeyê re dibêjin, 'Ger hûn li rojhilatê Firatê avaniya YPG'ê qebûl bikin, em ê jî bi awayekî ji bo YPG'ê ji rojavayê Firatê derkeve rica bikin.' Yanî endamên daîmî yên NATO'yê dixwazin YPG'ê ji rojavayê Firatê derxînin. Lê ne mimkin e ku YPG vê yekê qebûl bike. Divê bê gotin, kurd mecbûr in çarenûsa xwe têxin destê xwe. Yanî li herêmê hesabê herkesî heye. Herkes li gor berjewendiyên xwe tev digere. Kurd jî mecbûr in li gor berjewendiyên xwe tev bigerin."      MA / Selman Guzelyuz