ROJEVA 4'Ê ADARA 2018'AN 2018-03-04 09:00:57 *Jinên ku ji bo vegerin ser karên xwe, 112 roj e li ber Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê çalakiyan li dar dixin, diyar kirin ku heta ew li malê rûnên, wan liberxwedayînê tercîh kiriye. Her wiha li Stenbolê jî, jinên ku bi KHK'yan hatine îxrackirin û çalakiyan li dar dixin jî, wê bi daxwaza vegera ser karê xwe 8'ê Adarê li konên xwe yên berxwedanê pêşwazî bikin.  *Xebata ewil a Piştevaniya Jinê ya Kirkyamayê, 8'ê Adarê ye. Endama Piştevaniyê ya Kirkyamayê Tûgçe Kesîm, bi boneya 8'ê Adarê hemû jin vexwandin qadan.    *Alîgirê Serokê Komîteya Bilind a Temayulên Ewlehî û Teknolojiyê ya NATO-PA'yê Ziya Pîr, got NATO dixwaze YPG'ê ji rojavayê Firatê derxîne.    * Nûnerê DÎHA'yê Amedê Kadrî Kaya û nûçegihanê DÎHA yê Êlihê Erdogan Altan jî di nav de, li 3 jê rojnamevan 6 kesan herkê 2 sal û mehek ceza hatibû birîn, lê belê Dadgeha Bilind ji ber kêmaniyan hincetan ceza xera kir.    *Hasan Bîlgîçê ku dema di Şaredariya Cizîrê de bi awayekî taşeron dixebitî, piştî tayînkirin qeyûm ji kar hat avêtin. Piştî ji kar hat avêtin Bîlgîç doz vekir. Di doza ku vekir de mafdar derket. Dadgehê, diyar kir ku nehatiye îspatkirin ku peymana karî bi awayekî mafdar hatibe fesxkirin û ji ber vê biryara "vegera ser kar" da.    *  Xwendekarê Zanîngeha Kocaeliyê Ferhat Duymak ku ji aliyê xwendekarên nîjadperest ve hatibû lînçkirin û vegeriyabû Cizîrê, vê carê der barê wî de doz vekirin.    *Jinên dersimî diyar kirin ku ew di bin zext û zoriyan de 8'ê Adarê pêşwazî dikirin û bang li hemû jinan kirin ku 8'ê Adarê veguherînin qadê berxwedanê.    *Di 15 salên serdema AKP’ê de ji ber polîtîkayên AKP'ê yên neyînî cotkarên pincara şekir ji 460 hezaran daketin 105 hezaran. Qada bazara şekir ji sedî 33 kêm bû. Karkerên fabrîqeya şekir ji 18  hezar û 800 karkeran daketin 8 hezar û 100'î. Serokê şaxa Odeya Endezyarên Çandiniyê ya Îzmirê Ferdan Çiftçî, diyar kir ku bi salan e amadekariya arizîkirinê dihat kirin.   * Meclîsa Jinan a HDP'ê ya Dîlokê bi tevlêbûna Endama MYK'ê ya HDP'ê Yurdusev Ozsokmenler bi minasebeta 8'ê Adarê dê taştê bidin. (11.00)    * Jin bi minasebeta 8'ê Adarê dê li Parka Rojava kom bibin û heta Qada Şeyh Sait a Amedê bi ‘Bîsîkletan bimeşin. (13.00)   * Rêxistinên HDP, DBP yên Xalfetiyê dê li avahiya HDP'ê ya navçeyê şahiya jinan pêk bînin. (14.00)    * Jin dê li Mêrsîn û Edeneyê bi minasebeta 8'ê Adarê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (13.00-15.00)    * Platforma Jinan a Enqereyê dê mîtînga 8'ê Adarê li pêş Şardaryia Çankaya ya Enqereye pêk bînin. (15.00)   * Platforma Jinan a 8'ê Adarê ya Stenbolê dê li Qada Azadiyê ya Bakirkoyê mîtînga 8'ê Adardê pêk bînin. (13.00-17.00)