Girtiyê nexweş Şemsettin Ekincî felç derbas kir 2018-03-03 17:12:11   ÎZMÎR – Girtiyê nexweş Şemsettîn Ekîncî yê 63 salî ku li Girtîgeha Tîpa T a Hêjmar 2 ya Şakranê piştî xwîn çû mejiyê wî felç derbas kir. Hat zanîn ku hêj dermankirina wî xelas nebû dîsa şandin girtîgehê.    Girtiyê nexweşê tansiyon û şekir Şemsettîn Ekîncî yê 63 salî Şemsettin Ekinci di 24'ê Sibatê de xwîn çûbû ser mejiyê wî û ew rakiribûn nexweşxaneyê. Ekîncî ku ew rakiribûn Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Çiglîyê, xistin bin tedawiyê. Bijîşkan diyar kirin ku milê Ekîncî yê çepê felç derbas kiriye. Hat zanîn ku Ekîncî nikare rabe ser piyan.    23 SALIN GIRTÎ YE   Ekîncî ku 23 salin girtî ye, rastî cezayê muebetê hatiye. Ekîncî sala par ji ber nexweşiya şekir û tansiyonê krîza rû derbaskiribû. Hat zanîn ku ji ber nexweşiyê krîz derbas kiriye û rakirine nexweşxaneyê. Ji bo Ekîncî bê berdan serlêdan li hemû rayedaran kirin, lê bêyî bê berdan dîsa ew şandin girtîgehê.