Deh hezar Ewrûpî ji bo Efrînê rabûn ser piyan 2018-03-03 16:50:03 NAVENDA NÛÇEYAN - Ji bo piştgiriya berxwedana Efrînê û bidawîkirina piştgiriya çekan a ku Elmanya dide dewleta Tirkiye li Berlînê nêzî 20 hezar kes meşiyan. Li Brukselê jî bi hezaran kes bi heman armancê meşiyan.  Li Elmanyayê bi banga zanyar, hunermend, hiqûqnas û nûnerên partî û sendîkayan, ji sibehê de bi deh hezaran kesa li qada Alexenderplatzê kom bûn. Ji bo meşê bi hezaran kes ji bajarên cihê hatin Berlînê. Ji bo şermezarkirina êrîşên li ser Efrînê girseyê muzîkên li ser berxwedana Efrînê û şoreşa Rojava stran. Piştî axaftinên têkildarî Efrînê bi hezaran kes ji Neptunbrûnnenê dest bi meşê kirin. Di meşê de coşa girseyê bal dikişîne.   JIN PÊŞENGTIYA MEŞÊ DIKIN   Di meşê de jinên Kurd, Elman û Tirk pêşengiyê dikin. Jinan sloganên ‘Jin, jiyan, azadî’ berz kirin û wêneyên jin û zarokan hildan ên ku di êrîşan de jiyana xwe ji dest dane. Di meşê de ji bo balkişandina tankên Leopard ên Elmanyayê yên ku li dijî Efrînên tên bikaranîn, maketên tankan hatin çêkirin.   Di meşê de bang li Elmanyayê hate kirin ku ‘Bila Merkel hevkariya sûc a bi Erdogan re bi dawî bike.” Di meşê de sloganên ‘Elmanya fînanse dike, Tirkiye bomberdûman dike’ û ‘Erdoganê faşîst’ tê berzkirin û tê xwestin ku bila qedexeyên li ser alayên sazî û rêxistinên Kurdan bi dawî bibe. Korteja meşê ya ku niha li ber avahiya şaredariya bajarê mezin a Berlînê ye û wê piştre ji navçeya Mîtteyê ya Berlînê derbas bibe. NAV-DEM û gelek saziyên Kurdan piştgiriyê didin meşê û ew ê meş bi mîtînga li Brandenbûrg Torê bi dawî bibe.   LI BRUKSELÊ BI HEZARAN KES BEŞDAR BÛN   Li Brukselê jî bi heman armancê mîting hat lidarxistin. Di mîtingê de posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat rakirin. Siyasetmedaran li vir axaftin kirin u xwestin êdî welatên Ewropa li dijî êrîşên Tirkiye yên li ser Efrînê bêdeng nemîne û xwest Tirkiye şerê xwe yê li ser Efrinê bi dawî bike.    EWROPÎ LI ZÛRÎH Û ROTTERDAMÊ JÎ MEŞIYAN   Bi sedan kurdên ewropa li Zûrîh û Rotterdamê jî daketin kolanan û li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û şerê li ser Efrînê tê meşandin bi dirûşmeyan bertekên xwe anîn ziman. Kurdan bi dirûşme, al û pankartan piştgirî dan Efrînê û Ocalan.