ÎHD: Ji bo Keleş baş bê dermankirin divê bê berdan 2018-03-03 16:31:02 STENBOL – Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê di hefteya 310’emîn a çalakiya “Rûniştina F” de balê kişand ser rewşa nexweşê epîlepsî Selamî Keleş û got: “Ji bo Keleş bê dermankirin, divê serbest bê berdan.”  Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 310’emîn de çalakiya “Rûniştina F” de li Qada Galatasaray li dar xist. Di çalakiyê de pankartên “Bila girtiyên nexweş bên berdan”, “Tecrîd dikuje û piştevanî dide jiyankirin”, “Mafê dermankirin  nayê astengkirin” û “Bila Selamî Keleş bê berdan” vekirin û dirûşmeyên “Bila girtiyên nexweş bên berdan” û “Bila Selamî Keleş bê berdan” berz kirin.    ‘DIVÊ EM BIBIN DENGÊ GIRTIYAN’    Rêvebera ÎHD’ê Meryem Bars daxuyanî xwend. Bars bal kişand ser pêkanîna cilên yek tîp û got: “Ji bo vê pêkanîna bixin meriyetê, gotin di cih de be ketine kemînê. Pêkanîn bi jimartina leşkerî dest pê kir. Li her girtîgehê pêkanîna jimartina li ser piyan dane destpêkirin. Divê em jî bibin deng û rengê girtiyan.”    ‘KESÎ NAS NAKE Û NIKARE BIAXIVE’    Bars da zanîn ku nexweşê girtî yê epîlepsî Selamî Keleş di 1989'an de hatiye dinê û ji 2011’an ve li Edeneyê girtî ye û nayê dermankirin. Her ku diçe rewşa Keleş giran dibe û kesî nas nake û naaxive. Her tim zeîf dibe nikare biaxive. Dayika Keleş Guzel Keleş tenê çend deqîqe bi kurê xwe re hevdîtin kiriye. Keleş dayika xwe nas nekiriye. Pêwîstiya Keleş bi dermankirinek baş heye û divê demil dest bê berdan.”