Çalakiya TV10’ê: Divê rojnamegerî xizmeta aştiya civakî bike 2018-03-03 16:29:59   STENBOL – Xebatkarên TV10 a bi KHK’ê hatibû girtin ji bo ji nû ve bê vekirin di hefteya 74’emîn de çalakiya xwe domandin û gotin: “Heke li welatekê rojnameger ji bo aştiyê xizmet bike, ew rojnameger e.”    TV10 bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) hatibû girtin. Ji bo televîzyon ji nû ve vebibe her hefte xebatkar û temaşevanên wê çalakî li dar dixin. Xebatkar û temaşevan di heftya 74’emîn de jî li Qada Galatasarayê li hev kom bûn û xwestin televîzyon bê vekirin. Gelek nûnerên saziyan û Dayikên Şemiyê jî beşdarî çalakiyê bûn. Li dijî girtina televîzyonê pankart û dovîz hatin hildan û dirûşmeya “Çapemeniya azad nayê bêdengkirin” berz kirin.    ‘ROJNAMEGERIYA AŞTIYÊ NAKIN’    Xebatkarê TV10’ê Turabî Kîşîn di çalakiyê de axivî û bibîr xist ku 74 heftene daxwaza vekirina televîzyonê dikin û got: “Divê zextên li ser çapemenî û azadiya ramanê bi dawî bibin û Tirkiye di nêvengek jiyanek demokratîk de bê jiyankirin. Ji bo zext bi dawî bibin em deng derdixin. Heke ku li vî welatî heke ku rojnameger ji bo aştiya civakî xizmetê bikin ew rojnameger in. Heke ku ji bo aştiyê xizmetê nakin ne rojnameger in û rojnamegeriyê qirêj kirine.” Kîşîn bibîr xist ku girtina televîzyonê ne bes bû xebatkarên wan jî bi ser ve hatin girtin.    ‘ZEXT DIDOMIN’    Pişt re Sekretera Şaxa Mala Cemê ya Komeleya Çandê ya Pîr Sultan Abdal a Alîbeykoyê parêzer Nebahat Bektaş jî axivî û destnîşan kir ku li ser hemû beşên civakê politikaya zext û çewisandinê dewam dike û xwest zextên li ser çapameniyê bi dawî bibin, xebatkarên TV10 û tevahiya rojnamegeran bên berdan.