ÎHD'ê aqûbeta windayan pirsîn 2018-03-03 16:18:21 ÎZMÎR – Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê û xizmên windayan bi dirûşmeya “Bila winda bên dîtin, kujer bên darizandin" di hefteya 422’an de aqûbeta windayan pirsîn. Vê hefteyê bi minasebeta 8'ê Adarê aqûbeta jinên winda pirsîn.  Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê û Xizmên windayan yên Îzmirê çalakiya “Bila winda bên dîtin, kujer bên darizandin" û “Bila girtiyên nexweş bên berdan" di hefteya 422’an berdewam kirin. Bi minasebeta 8'ê Adarê aqûbeta jinên winda pirsîn. Xizmên windayan û parazvanên mafên mirovan tev li çayakiyê bûn. Malbatan di çalakiyê de pankarta “Bila winda bên dîtin, kujer bên darizandin" û “Ji yek tîpê re na" rakirin." Li ser navê malbatan Rêveberê ÎHD'ê Denîz Bayrak daxuyanî da.    YEK TÎPÊ ZÊDE DIKIN   Bayrak, diyar kir ku piştî yek tîp xistin rojevê zextên li ser girtiyan zêde bûne û girtiyan û gardiyan tên rûqalî hev.    Bayrak anî ziman ku bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê dê çîroka jinên winda bixwînin û  çîroka Ayten Ozturk xwend. Bayrak, anî ziman ku Ayten Ozturk li Dersimê wekî karmend dixebitî û di 28'ê Tîrmeha 1992'an de ji aliyê 3 kesan ve hat binçavkirin û windakirin. Bayrak, anî ziman ku di 8'ê Tebaxa 1992'an de ji Nexweşxaneya Dewletê ya Xarpêtê telefonek hatiye û diyar kirine ku cenazeyê kesek nasnameya wê ne diyar e hatiye ji wan re. Bayrak, anî ziman ku raporek otopsî ya bi rêk û pêk nehatibû kirin û wiha got: "Di 1'ê Sibata 1993’an de rojnameger Soner Yalçin, li bav Ozturk geriya û got: Fermandarê Koma JİTEM'ê Cem Ersever diyar kiriye ku Keça Ozturk ji aliyê Mahmut Yıldırım ê bi kodê "Yeşîl" ve hatiye revandin û kuştin.    Bayrak, anî ziman ku li Dersimê Hatun Işik, Elif Işik, Yeter Işik, Gulîzar Serin û Dilek Serin li gundê Gokçek ê girêdayî Navenda Dersimê hatin windakirin û cerek din agahî ji wan nehat girtin.    Bayar, piştre çîrokên Lutfiye Kaçar. Aynur Şimşek, Zozan Eren, Neslihan Uslu û Şukran Daş berê gelek caran hatin şopandin, hatin binçavkirin û herî dawî hatin windakirin.    Daxuyanî piştî xwendina çîrokan bi dawî bû.