Xizmên windayan aqûbeta Cuneyt Aydinlar pirsîn 2018-03-03 15:41:18 AMED - Xizmên windayan û Komisyona Windayan a ÎHD'ê ya Amedê di hefteya 473'an de ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin çalakiya xwe berdewam kirin. Xizmên windayan vê hefteyê aqûbeta Cuneyt Aydinlar pirsîn. Komîsyona Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD ya Amedê û xizmên windayan di hefteya 473'an de bi dirûşmeya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin aqûbeta windayan pirsîn. Çalaki li şaxa ÎHD'ê ya Amedê pêk hat. Xizmên windayan dîsa pankarta "Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" ku wêneyên windayan li ser bû vekirin û qurnefil danîn ser pankartê. Bi minasebeta 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê vê hefteyê çîroka  winda windayan u dayikên windayan hat xwendin. Endamên Platforma Jinan a Dîcleyê ya Amedê (DAKP), Parlamenterên HDP'ê yên Amedê Feleknas Uca û Sibel Yigitalp jî piştgirî dan çalakiyê.    EM HEMÛ JINÊN DI TÊKOŞÎNÊ DE JIYANA XWE JI DEST DANE BIBÎR TÎNIN'   Ewil Serokê Şaxa ÎHD'ê yê Amedê Raci Bîlîcî axivî û hemû jinên di tekoşîna demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane bibîr anîn. Bîlîcî anî ziman ku ew dê heta dawî hesap bipirsin.    Piştre çîroka Cuneyt Aydinlar ê di sala 1994'an de hat binçavkirin û windakirin xwendin. Pismkamê Aydinlar Firat Mercan, diyar kir ku Cuneyt Aydinlar ji bo zanîngehe ji Amedê çû Stenbolê û di 20'ê Sibata 1994'an de ji aliyê TEM'ê ve hat revandin û binçavkirin. Piştî hefteyekê di bin çavan de ma, di 27'ê Sibata 1994'an de di bin çavan de hat windakirin.    BILA DAYIKÊN WEKÎ BORFO ZÊDE NEBIN    Parlamentera HDP'ê ya Amedê Sibel Yîgîtalp jî diyar kir ku wekî Platforma Jinan a Dîcle ya amedê (DAKP) piştgiriyê didin malbatan û wiha got: "Malbat 473 hefte ne li windayan digerin. Hikûmetê soz da Dayika Berfo ku cenazeyê kurê wê bîbîne, lê Dayika Berfo bêyî cenazeyê kurê xwe bibîne jiyana xwe ji dest da. Li şûna AKP soza xwe pêk bine dayikên weki Dayika Berfo zêde dibin. Bila dayiken Weki Berfor zede nebin." Yîgîtalp, anî ziman ku heta aqûbeta hemû windayan ronî bibe dê her dem hesab bipirsin.    Çalakiya malbatan piştî rûniştina 5 deqîqeyan bi dawî bû.