'Cilên yek tîp navê îşkenceyê ye’ 2018-03-03 15:24:09 ÊLIH – Di panela cilên yek tîp a li Êlihê Serokê Şaxa ÎHD’ê Mehmet Bagatir axivî û got: “Tu aliyekî vê pêkanînê bê parastin nîne. Li ku dera cîhanê dibe bila bibe, tê wateya îşkenceyê.”  Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Êlihê têkildarî pêkanîna cilên yek tîp li avahiya rêxistina HDP’ê ya navçeya navendî ya Êlihê panel li dar xist. Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Saadet Becerîklî, Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê Mehmet Bagatir, Hevberdevkê Înîsiyatîfa Piştevaniya bi Zîndanan re Mehmet Temîzyuz û gelek welatî beşdar bûn. Di panelê de rêz girtin.    'DÊ LI DIJÎ YEK TÎPÊ LI BER XWE BIDIN’    Di panelê de ewil Hevberdevk Mehmet Temîzyuz axivî û bal kişand tecrîda ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û got: “Tecrîda li ser Ocalan li ser hemû girtiyan bi dijwarî berdewam dike. Li hemû girtîgehan jimartina li ser piya li girtiyan ferz dikin. Pêkanîna cilên yek reng ferz dikin. Girtî jî li dijî van pêkanîna dest bi berxwedanê kirin e. Em ê jî piştgirî bidin girtiyan û li dijî van pêkanîna li ber xwe bidin.”    ‘NAVÊ ÎŞKENCE YE’    Serokê Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Êlihê Mehmet Bagatir jî axivî û got: “Tu aliyekî vê pêkanînê bê parastin nîne. Li ku dera cîhanê dibe bila bibe, tê wateya îşkenceyê. Ev pêkanîna ne hiqûqî ye. Divê demil dest dev ji vê polîtîkayê berdin.”    ‘DEWAMA FERASETA YEKPERESTÎ YE’    Parlamenter Saadet Becerîklî jî diyar kir ku feraseta yekperestî ji sazbûna komarê dest pê kir didome û wiha got: “Pergala netew dewletî li ser feraseta yekeperestî hatiye avakirin. Ev feraset îro jî li her deverê didome. 100 sal in gelê kurd li dijî ferasta yekperstiyê li ber xwe dide. 28 raperîn bi xwînê çewisandin. Îro jî bloka yekeperest a AKP-MHP’ê vê ferasete birêve dibe.”     Piştî axaftinan panel bi dawî bû.