Li gundê Reşayê Sebrî 4 kes kuştin û 8 kes binçav kirin 2018-03-03 12:18:32 ERZIROM – Dorpêça li ser gundê Reşayê Sebrî ku 4 kes lê hatin kuştin û malek şewitandin piştî 24 saetan rakirin. 8 welatiyên gund binçav kirin û qûtkirina şebekeya telefonan û ceryanê dewam didome.  Duh serê sibê leşkeran bi ser gundê Reşayê Sebrî yê Qereyaziya Erziromê de girt û lig elek malan lêgerînan pêk anîn. Îdiaya li malekê endamê HPG’ê hene, mal şewitandin û 4 kesan jiyana xwe ji dest da. Mala şewitandin pişt re bi kepçeyê hilweşandin. 4 cenazeyên ji malê derxistin rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Qereyaziyê.    8 ŞÊNIYÊN GUND BINÇAV KIRIN    Dorpêça li ser gund piştî 24 saetan rakirin. Li gund hêj şebekeyên telefon û ceryan qûtkirine. Piştî serdegirtina malan leşkeran welatî wek rêbazên salên 1990’an li ber Mala Şînê ya gund kom kir. Li vir her kesî darizandin. Ji welatiyan Yavuz Oran, Ekrem Oran, Haydar Oran, Mehmet Emîn Oran, Mensur Oran, Yildiz Oran, Nurettîn Durmaz û Nayîm Yilmaz binçav kirin. Nehat zanîn ku welatiyên binçavkirî birine ku derê.    GELO 4 KESAN ÎNFAZ KIRIN?    Polîs û leşkerên tîmên taybet ên bi ser gund de girtin, dîmenên gulebarandin û şewitandina malê kişandin. Di dîmenên polîsan parve kir de tê îdiakirin ku her 4 kes înfaz kirine.