‘Em di şer de ne, zêde bi serde neçin’ 2018-03-03 10:23:44 ÎZMÎR - Girtî Orhan Çaçan, ji Girtîgeha Şakranê, derbarê nedana pirtûk û weşanan, astendiyên hevdîtin û sohbetan, ne darmankirina girtiyên nexweş, binpêkirinên mafan û zextên li ser girtiyan name şand û got: “Gava em dixwazin ev bêmafî bi dawî bibin, bersiva ‘Em di şer dene, zêde bi ser de neçin’ didin me.”  Girtiyê nexweş Orhan Çaçan ê li Girtîgeha Hejara 2 a Tîpa T a Şakrana Kampusa Saziya Înfazê ya Ceza ya Alîaga ya Îzmîrê tê girtin di nameya şand de behsa binpêkirinên mafan ên di girtîgehê de kir. Çaçan di nameya xwe de, diyar kir ku bi OHAL’ê re pêkanînên tecrîtê yên li ser girtiyan pir zêde bûne û wiha got: “Pirtûkan nadin, mafê me yê hevdîtin û sohbetê asteng dikin û girtiyên nexweş nayên derman kirin.”   BIRYARA AYM’Ê JÎ NAS NAKIN   Çaçan, anî ziman ku rayedarên girtîgehê biryarên Dadgeha Qanûna Bingehîn jî nas nakin û wiha domand: “Ji bo hemû pirtûk, kovar, broşur û weşanên nû tên biryaran derdixin û nadin me. Di warê nedana pirtûk û kovaran de me serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn da. Ev serlêdanên me hin caran tên qebûl kirin. Lê ligel vê yekê jî rayedarên girtîgehê guh nadin birya AYM’ê.”    NAMENÊN KURDÎ DERENG DIDIN   Çaçan, da zanîn ku nameyên bi zimanê kurdî tim dereng didin û wiha berdewam kir: “Namên kurdî piştî 5-6 mehan şûnde dişînin derve û yan jî didin me. Bi van nêzîkatiyan ji me re dibin kurdî ne nivîsin. Bi kurdî nivîsandin û xwendin ne qedexeye. Lê bi awayekê fîîl hatiye qedexe kirin.”   HINCETA ZÊDEBÛNA PÊKANÎNÊN KEYFÎ: ŞERE   Çaçan, dest nîşan kir ku rastî pêkanîn keyfî tên û wiha domand: “Di hevdîtin me kirin de, ji me re gotin ‘Em di derfetên şer dene, zêde serde neçin.’ Rayedarên girtîgehê bi vî awayî pêkanînên xwe yên keyfî parastin.”   ‘GIRTIYÊN NEXWEŞ NAYÊN DERMAN KIRIN’   Çaçan, di berdewamiya nameya xwe de wiha got: “Rewşa tenduristiya girtiyên nexweş her ku diçe girantir dibe. Girtiyên nexweş piştî 4-5 mehan dibin nexweşxanê. Tim bi hincetên ‘bijîşk nehat,’ ‘ring tuneye’ û ‘leşker ne amade ne’ derman kirin girtiyan taloq dikin. Ji ber vê yekê tenduristiya girtiyan girantir dibin.”   Çaçan di nameya xwe de navên girtiyên nexweşên giran wiha rêz kir:   “Abdulrezak Suyur, Serdar Gulen, Veysî Tan, Cahît Ayaz, Abdurrahman Adiyaman, Mehmet Kutlu, Ahmet Çakal, Mehmet Yavuz, Hamît Adiman, Maruf Îmur, Hidir Bakir, Îbrahîm Tekîn, Mehmet Şahîn, Kenan Bakay, Emre Erdem, Nejat Amaç, Hurşît Çetîn, Îdrîs Erenç, Alî Tetîk, Faysal Yacan, Kemal Zengîn û Orhan Çaçan.”