2 cerdevanên nexwestin biçin Efrînê çek danîn 2018-03-03 09:17:13 ŞIRNEX - Li Şirnexê ji bo tev li operasyona Efrînê nebin 2 cerdevanan îstifa kirin û çek danîn. Şerê li Efrînê, di roja 43'yan de berdewam dikin û li herêmê zextên li ser cerdevanan ên ji bo beşdarê şerê Efrînê bidin jî didome. Ligel zextên sercerdevan û rû spiyên AKP'ê yên li ser cerdevanan jî, cerdevanên li herêma  Şirnex û navçeyên wê naxwazin tev li operasyon û şerê Efrînê bibin û bertekan nîşan didin.   2 CERDEVANÊN JI MALBATA TATARÊ ÎSTIFA KIRIN    Hat hînbûn ku li navçeyên Silopiya, Bêşebab û Qilebanê tevî hemû zextan jî cerdevanan teklîfa ger tev li êrîşên li dijî Efrînê bibin wê rojê 300 lîreyî bidin wan qebûl nekirine. Her wiha hat hînbûn ku cerdevanên bi navê K.T. û Î.T. yên nexwestine tev li êrîşên li dijî Efrînê bibin û bi çewisandinan re rû bi rû mane, îstifa kirine.    Hat diyarkirin ku ev cerdevan bi salan di pevçûnên li herêmê rû didin de cih girtine.    LEŞKERÊ NEXWESTIBÛ TEV LI ÊRÎŞAN BIBE FIRAR KIRIBÛ    Her wiha çend roj berê leşkerê bi navê Ahmet Alcan ê ji Semsûrê ku li Qereqola Dolan a Silopiyayê leşkerî dikir, ji bo tev li operasyona li dijî Efrînê nebe ji yekîneya xwe firar kiribû.